Polîsên dewleta tirk 17 kesên ku ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ber bi Qada Taksîmê ve dimeşiyan, binçav kirin
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ku 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê li Taksîmê pîroz bikin, li Beşîktaşê kom bûn û ber bi Taksîmê ketin rê. Polîsan li Bûlvara Barbarosê pêşiya 10 kesan girtin û binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, li mînîbusê siwar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.
Li aliyê din 7 kesan jî xwestin ji ber AVM’e ya Şîşlî Cevahîr heya Taksîmê bimeşin. Lê polîsan ev kes derp kirin û bi lêdanê binçav kirin. STENBOL