Li Stenbolê, di serdegirtinên malan de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin
Bi nêzbûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî re operasyonên qirkirina siyasî yên tifaqa AKP-MHP’ê jî zêdetir dibin. Hema hema rojane li dijî partiyên muxalîf êrîş pêk tên. Bi taybet jî li dijî endam û rêveberên HDP’ê êrîşeke bêperwa heye.
Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta tirk li Stenbol û navçeyên wê, bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin der barê 2 kesan de biryara lêgerînê heye.
Têkildarî sedema binçavkirina welatiyan tu agahî nehatin bidestxistin. Kesên hatin binçavkirin niha li Midûriyeta Polîsan a Vatan a Stenbolê tên girtin. STENBOL