Li navçeya Başakşehîr a Stenbolê 4 hezar karkerên înşaeta Nexweşxaneya Bajêr ketin grevê û çalakî li dar xistin
4 hezar karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê ya ku li navçeya Îkîtellî ya Stenbolê înşaeta wê didome, bi armanca protestokirina şert û mercên xebatê dest bi grevê kirin
Karkerên înşaeta nexweşxaneyê ragihandin ku ji ber pirsgirêkên xwaringehê û ji ber şert û mercên kar ji vê duşemê şûn de dest bi grevê kirine. Li aliyekî di navbera karker û fîrmaya kar de hevdîtin didomin. Li aliyê dîtir DÎSK û Dev Yapi-Îş’ê der barê çalakiyê de daxuyaniyek weşand.
Sendîkayê wiha got: “Şert û mercên karkirinê, xwarin û vexwarina têr û bes, mafê karkeran e. Di zagona bi hejmara 6331’an ya tendirustî û ewlehiya karkeran de ev mafên karkeran bi aşkera cih digirin. Lê belê heke em karker xwedî li van mafan dernekevin, wê ev maf û zagon li ser kaxiz bimînin.”
Karker ji bo sererastkirina şert û mercên xebatê li ber xwe didin û grev dan destpêkirin. Karkeran wiha got: “Maf nayê dayîn tê wergirtin. Şert û mercên mirovane, yên xwarin û vexwarina baş bi têkoşînê tên bidestxistin.” STENBOL