Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Stenbolê dersên zimanê kurdî dest pê dikin

Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo astên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn, polên zimanê kurdî vedike. Qeydên dersê dest pê kirin û dê heta 29’ê hezîranê jî bidomin. Ji rêveberên saziyê Eyyûp Subaşi got ku ji bo zimanek hebûna xwe biparêze, divê zarok bi zimanê dayikê biaxivin

Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo serdema havînê qeydên dersên kurdî da destpêkirin. Dê ders di 29’ê hezîranê de dest pê bikin. Qeydên dersê heta ku roja destpêkirina dersan jî dê bidome. Komele ji bo asta 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn polan vedike û cara ewil e ku ji bo zarokan jî perwrdehiya ziman dê bide. Ders dê di rojên şemiyê de bê dayîn. Dê ji bo pola 1’emîn ders saet di navbera 11.00 û 14.00’an de, ji bo polên 2’yemîn û 3’yemîn jî dê saet di navbera 14.00 û 17.00’an de bên dayîn.

Ji rêveberên saziyê Eyyûp Subaşi da zanîn ku yekem care ku ew di havînê de ji bo zarokan dersa kurdî didin. Subaşi anî ziman ku dê ji bo zarokan 3 astan polan vebikin û wiha got: “Cara yekeme em polên zarokan vedikin. Zarokên temenê wan di navbera 8-12’an de dikarin li vir perwerdehiyê bibînin. Bi taybetî ev kursên me ji bo zarokên dizanin bixwînin û binivîsînin. Heke ji bo van polên me daxwaz zêde be em ê bi awayeke sîstematîk polê vebikin. Armanca me ew e ku em di siberojê de li taxan jî perwerdehiyê bidin zarokan. Me xwest em em ji komeleyê dest pê bikin.”

‘Ger zarok ziman neaxivin ziman dimire’

Subaşi got ku ji bo zimanek zindî bimîne û tune nebe, divê zarok bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û wiha pê de çû: “Heke ku zarok nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, ew ziman mehkûmî mirinê dibe. Îro li metropolên Tirkiyeyê ji bo perwerdehiya kurdî derfet tune ne. Her tişt bi tirkî ye. Zarokên kurd jî neçarin bi tirkî biaxivin. Ji bo ku ev yek bê şikandin û zarok bikaribin bi kurdî perwerdehiyê bibînin û fêrî zimanê xwe bibin, me ev pol vekirin.”

Bang li malbatên kurdan kir

Di dawiyê de jî Subaşi wiha derbirî: “Ji bo ku zarok fêrî zimanê xwe bibin bila malbatên me zarokên xwe bînin û qeyd bikin. Li şûna ku zarokên wan li malên xwe rûnin, bila bînin qeyda wan çêbikin. Heke ziman ji dest biçe dê piştî du sê nifşên din dîsa zindîkirina wî zimanî zor e. Bila werin zarokên wan fêrî kurdî bibin û vê yekê pêk bînin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar