Li Stenbolê bi mezinahiya 4,7 erdhej pêk hat
Li nêzî navçeya Sîlîvriya Stenbolê saet li derdora 11.00’an de erdhejek pêk hat. Rasatxaneya Kandîllî ragihand ku erdhej bi mezinahiya 4,7 pêk hatiye û 9,8 kîlometre di kûrahiya erdê de rû daye. Gelek navçeyên Stenbolê welatî bi erdhejê hesiyan. STENBOL