Li gorî Navenda Sismolojiya Ewropayê li Stenbolê bi pîleya hêza wê 5,9 erdhej pêk hat
Navenda Sismolojî ya Ewropa diyar kir ku li Stenbolê bi pîleya hêza wê 5,9 erdhej pêk hatiye. Navendê diyar kir ku erdhej li tevahiya Stenbolê hatiye hîskirin. Li gorî navendê operatorên GSM’ê belat bûn û naxebitin.
Herwiha stenboliyên ku ev erdhej hîs kirin xwe daketin kolanan qadên ji avahiyan dûr. Ji ber Stenbol qadeke erdhejê ye û di sala 1999’an de jî erdheja mezin a Marmaryê pêk hatiye welatî gelek bi tirsin. STENBOL