Kesên nasnameya wan ne diyar, duh bi şev êrîşî buroya hilbijartinê HDP’ê ya Esenler kirin. Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Esenler Celal Alphan, bal kişand ser êrîşê û wiha got: “Ev êrîş ji ber zimanê bijer ê Serokkomar Erdogan û rayedarên Enqerê pêk tên.”
Kesên nasnameya wan ne diyar, duh bi şev êrîşî buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Esenler a Stenbolê kirin. Kesên ketin hundirê buroyê, hemû al û pankartên buroyê qetandin. Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Esenler Celal Alphan, bal kişand ser êrîşê û wiha got: “Ev êrîş ji ber zimanê bijehr ê Serokkomar Erdogan û rayedarên Enqerê pêk tên.”
Alphan diyar kir ku dê debarê êrîşê de serlêdanên pêwîst bikin û wiha bilêv kir: “Qeydên kamereyan hene. Me ev rewş ji ewlekariyê ragihand.” STENBOL