Li gundê Xerabreşê ya girêdayî Stewrê ji ber çirûskên têlên ceryanê şewat derket û 3 hezar û 400 donim genim şewitî
Li gundê Xerabreşê ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji ber têlên ceryanê li hev ketin û çirûskên wan rijiyan nav zeviyên genim. Li zevî şewat derket. Gundiyan agahî da komên agirkujiyê, heta ku agirkuj hatin gundiyan bi derfetên xwe mudaxele kir û agir tefandin, zarokek jî birîndar bû û traktorek şewitî. Ji ber şewatê 3 hezar û 400 donim genim şewitî.
Gundiyan da zanîn ku ji ber her tim ceryanê dibirin û berdidin talûkeyên bi vî rengî her tim pêk tên. Îhsan Sukut ê ku zeviya wî şewitî diyar kir ku birîna ceryanê bi qestî tê kirin û rayedarên DEDAŞ’ê jê re gotine “Biçe doz veke.” MÊRDÎN