Bi çarçoweya pêngava ‘Dema Azadiyê ye, Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye’ bi dirûşma ‘Ji bo Ocalan tevbigere’ li ber avahiya Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê mîtîngeke girseyî çêbû.
‘Nobeta azadiyê’ ber bi 9’ê Cotmehê ve sala 10’an jî li pey xwe dihêle û nobeta li Strasboûrgê bi coşiyeke mezin didome.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Dîrketorê Sendîkaya Navnetewî UNÎTE û her wiha yek ji damezirandêrê kampanyaya ji Ocalan re Azadî, Rayedarê Sendîkaya UNÎTE ya Îngilistanê û Nûnera Kampanyaya ji Ocalan re azadî Clare Baker, Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Italya Prof. Laua Corradî, Nûnerê Sendîkaya Fransî Solîdaîres, Nûnera TJK-E’yê Besîm Konca, li ser navê Yekitiya Paratina Heq û Azadiyan a Navnetewî (AIDL) Dr. Mohammed Al Shamî, yek ji hevserokê MRAP’ê Rênee Le Migton li mîtîngê hazir bûn.
Ji bo çalakiya ku 14 saziyên cihe lê hazir in, ber avahiya Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropaye (MPKE) bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hat xemilandin.
14 saziyên cuda bi koda sereke û lezgîn wê van 3 xalan li ber CPT, DMME, MPEK’yê deynin:
-Divê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê demildest karibin CPT, parêzer û malbatên xwe bibînin û tecrîda li ser wan bidawî bibe
-DMME, KE û NY ji ber sedema ku rejîma destgîrkirinê ya li Tirkiyeyê dijî Rêgezên NY’yê ya derheqê Girtiyên Siyasî û Miemeleya Divê bi Wan were kirin (Rêgezên Nelson Mandela) divê li ser Tirkiyeyê biryara pêkirinê were standin.
-Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, bi bikaranîna rayeya îcrayê, gavên siyasî ya bi armanca azadkirina Ocalan demildest bavêje.
Her wiha gelek enternasyonalîst jî tev li mîtîngê bûn. STRASBOÛRG