Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Strasboûrgê ji bo Ocalan çalakiya rûniştinê

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E’yê têkilî ‘Çalakiya Rûniştinê ya ji bo Azadiya Ocalan’ daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin berpirsyariya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê ne bi dewleta tirk û faşîzma AKP-MHP’ê re sînordar e, hêzên navnetewî, CPT û Konseya Ewropayê bixwe jî berpis e û ji ber sedema ku Tirkiye endama Konseya Ewropayê re dikare li ser Tirkiyeyê biryara pêkirinê bide.

Di daxuynaiyê de rapora CPT’yê ya Tebaxa 2020’an a têkilî pergala Îmraliyê ku diyar kiribû pergala Îmraliyê nikare were qebûlkirin hate bibîrxistin, hate gotin yê ku li Kurdistanê çareseriyê bîne Ocalan e û ji bo geşbûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî aktorê sereke ye, tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 21 sal in didome ji hêla exlaqî, wijdanî û li gorî hiqûqa navnetewî jî nayê qebûlkirin û ji bo ku Ocalan şerê li Kurdistanê û herêmê rawestîne divê bi şertên azad bi rola xwe rabe.

Her wiha hate gotin ji bo ku ji bo ku CPT, Konseya Ewropa, DMME ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rola xwe rabin 12’yê Cotmehê ‘Çalakiya Rûniştinê ya ji bo Azadiya Ocalan’ dê dest pê bike.

Agahiyên derheqê çalakiyê de

KCDK-E’yê got ku çalakî wê 4 rojan bidome, dorveger be, her roj wê komeke ji 30 kesî pêk hatî rûne, siyasetmedarên kurdistanî, tirkiyeyî û ewropî, nûnerên sazî û dezgehan, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, nûnerên baweriyan, nûnerên jin û ciwanan dê xwedî li çalakiyê derkevin.

Her wiha hate gotin ku di navbera 12-16’ê cotmehê de dê nûnerên saziyên kurdistanî û tirkiyeyî, siyasetmedar, nûnerên bawerî û nasnameyên cihê,

19-23’yê Cotmehê nûnerên saziyên jinan,

26-31’ê Cotmehê nûnerên saziyên ciwanan,

28-29-30’ê Cotmehê enternasyonelîstên ji welatên cihê li çalakiyê hazir bin.

Hate diyarkirin ku li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê, li adrêsa Conseil de l’Europe, 1 avenue de l’Europe, 67000 Strasbourgê dê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn û ‘Çalakiya Rûniştinê ya Ji Rêber Ocalan re Azadî’ saet 12.00’an wê dest pê bike.

KCDK-E’yê banga tevlêbûna li çalakiyê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar