Li Sûdanê, mûxalefet û artêş li ser avakirina konseya demkî li hevkirin
Piştî hilweşandina rejîma Omer El Beşîr ya li Sûdanê artêş dest danîbû li ser rêveberiya welat. Ji ber vê Tevgera Gel a Sûdanê danûstandinên ji bo diyarkirina çarenûsa Sûdanê ya li gel rayedarên artêşê rawestandibû. Tê gotin ku Tevgera Gel a Sûdanê û artêş piştî 27’ê nîsanê li ser avakirina konseyeke demkî lihevkirin.
Têkildarî çawaniya konseya demkî û rêbaza wê de agahiyên berfireh hêj nehatine aşkerakirin. Nayê zanîn ka wê kotaya ji bo mûxalefetê û artêşê çiqas bin.
Mûxalefet dixwaze desthilatdarî bi lez û bez radestî sivîlan bê kirin, leşker jî dibêjin, ev pêvajo wê du salan bidome. Roja şemiyê bi hezaran kes careke din li paytext Hartumê li hev civiyan û xwestin, rêveberiyeke sivîl bê avakirin û konseya demkî ya leşkerî ji holê bê rakirin. HARTUM