Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Sûdanê şer belavî du bajarên din jî bû

Li Sûdanê zêdeyê 4 meh in şer dewam dike. Şer belavî du bajarên din jî bû ku nifûsa wan zêde ye. Bi sed hezaran kesên ku ji şer revîne û hatine van bajaran, ketine nava fikaran de.

Bikaranîna çekên giran li paytexta bakurê Darfûrê El Feşîr ku 800 km dûrî paytext Hartûm e, êvara pêncşemê careke din bi hezaran kesên ku vê dawiyê koçî wir kirine, tirsandiye. Ew ji hovîtiyên ku ji aliyê paramîlîter û milîsên hevalbend ve hatibûn kirin reviyabûn.

Ji 15’ê nîsanê û vir ve li paytextê di navbera artêşa General Abdulfettah El Bûrhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) a General Mûhamed Hamdan Daglo de şer didome.

Ev şer bû sedem ku zêdetirî çar milyon mirov malên xwe biterikînin û herî kêm 3 hezar û 900 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku bîlançoya rast hîn girantir e.

Şerê ku ev demeke dirêj e li hin bajarên Hartûm û Darfûrê dijwar bûye, belavî Bakurê Kordofanê jî bû ku navendeke bazirganî û veguhestinê ye. Êvara Pêncşemê jî şer gihişt El-Feşîr û paytexta Rojavayê Kardofanê El-Foûlayê.

​Rewşa li El-Feşîr ku şer nêzî du meh berê lê rawestiya, bi taybetî bi fikar tê dîtin. El Feşîr yek ji wan cihan e ku herî zêde sivîlan koçî wir kiriye. Nêzî 600 hezar kes koçî vî bajarî kirin.

Şerê li Darfûrê êdî ketiye rewşeke etnîk. Li vê herêma fireh sala 2003’an hovîtiyek qewimî bû û ji aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ÛCM) ve weke qirkirin hatibû nirxandin. Fikar heye ku dîrok dîsa xwe dubare bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar