Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Li şûna çareseriyê dijminatiyê xistin meriyetê’

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê dewama ‘aqlê neçareseriyê ye’ û îktîdar li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd ‘dijminahiya kurdan’ xistiye dewrê

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin û polîtîkya li dijî pirsgirêka kurd ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Koçyîgît diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin ne nû ye û wiha got: “Tecrîd ji sala 1999’an ve bi giranî dewam dike. Girtîgeha Îmraliyê di mijara girtîgehan de di wesfê laboratûarê de tê bikaranîn. Birêz Ocalan ji roja anîne Tirkiyeyê, li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin. Em vê pir vekirî û zelal bêjin. Çimkî pergala Îmraliyê li Tirkiyeyê bi pergalek taybet tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de vê pergala taybet li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Taybetmendiyek Îmraliyê wiha heye. Ku wek laborûatara girtîgehan didin xebitandin. Gelek sepanên li ser girtîgehan ewil ji Îmraliyê ceribandin û pişt re li gelek girtîgehan belav kirin. Niha li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bûye.”

‘Xwe ji neçareserkirina pirsgirêkan xwedî dikin’

Koçyîgît gotinên Ocalan ên ‘Werin em di hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ez ê di hefteyekê de rewşa pevçûnê û îhtîmala wê ji holê rakim. Ez ê çareser bikim, ez bi xwe bawer im, ez ji bo çarseriyê amade me. Encax dewlet û aqlê dewletê divê pêwîstiya wê bê kirin’ bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, li Tirkiyeyê tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Tecrîda li Îmaliyê bermahiya ‘aqlê neçareserkirinê ye.’ Pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên qedîm a vî welatî ye. Yek ji pirsgirêkên bingehîn û kûrtirîn e. Divê pirsgirêka bi lezgînî were çareserkirin jî ev pirsgirêk e. Birêz Ocalan dibêje ‘ez ji bo çareseriyê amade me’  lê îro tecrîda girankirî pêk tê. Tecrîda tê sepandin, aqlê neçareseriyê yê polîtîkaya dewletê ye. Naxwazin ew hêz çareserger û hişmendî bi civakê re rû bi rû bimîne. Çimkî ew xwe bi neçareserkirinê xwedî dikin. Çimkî ew xwe bi tundiyê xwedî dikin. Ew xwe bi şer, tundî, herikîna xwîn û hêsirên çavan li ser dijminahiya gelê kurd xwe ji girseya xwe re konsolîde dikin. Ji ber ku niha ev polîtîka kêrî wan tê di vê polîtîka û siyasetê de israr dikin û didomînin.”  MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar