Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi 19 rojan jî cenazeyê wê hat dîtin. Yanî hatibû revandin û qetilkirin. Her kes jî niha li ser kujerê wê disekine. Yanî meraqa xelkê ew e ku bi çi rengî û ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin. Ango li encamê difikirin. Lê kêm kes hene ku li sedemên wê difikirin. Eger hun li kujeran bigerin kujer eşkere ne. Ew jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Vê desthilatdariyê çandeke tecawizkar bi xwe re aniye.

Ji roja ku AKP bûye desthilatdar û heta niha bi sedan mînakên heman rengî çêbûne. Gelek zarokên wekî Narîn hatin revandin û qetilkirin. Gelek bûyerên tacîz û tecawizê li ser zarokan çêbûne û hê jî dewam dikin. Yên bûne sedema wê jî aşkere ne. AKP’ê di nava 22 salên desthilatdariya xwe de civak bi çandeke bê exlaq perwerde dike. Her carê em dibihîsin ku peyayekî AKP’ê ji tacîz û tecawizê navê wî derdikeve. Beriya niha jî li dibistan û weqfên girêdayî AKP’ê bûyerên tecawizê çêbibûn. Ev bûyerên ku em pê dihesin û aşkere dibin. Bi hezaran bûyerên ku em pê nahesin jî diqewimin.

AKP-MHP û hevkarên wê bi taybetî li Kurdistanê şerekî taybet dimeşînin. Bi zanebûn karmend û eskerên xwe dişînin Kurdistanê û ev kesên perwerdekirîne. Yanî karê wan ewe ku bêexlaqiyê pêş bixin. Bi zanebûn xwe dighînin jin û zarokên kurdan û têkiliyê bi wan re datînin. Di bin navê eşq û evînê de qaşo têkiliyê datînin, lê di esasê xwe de qirkirinek li meydanê heye. Bi jinên ciwan re têkilî datînin û piştre jî dev ji wan berdidin. Gelek ji wan jinan xwe dikujin û kes jî nizane ji ber çi. Hinek ji wan eşkere dibin û ew jî yên em pê dihesin. Yanî bi vî rengî tevneke qirêj li Kurdistanê danîne.

Bûyera Narîna 8 salî jî bi heman rengî ye. Yanî yên bûne sedema wê divê bên lêkolînkirin. Sedem jî çi dibe bila bibe wê di encamê de tiliya dewletê tê de hebe. Yekser tiliya dewleta tirk di qetilkirina Narînê de heye. Eger em li pêvajoya sê hefteyên derbasbûyî binêrin wê ev bê dîtin. Ma çawa dibe ku zarokek 8 salî 19 rojan neyê dîtin. Vê dewletê welatê me bi kamerayan dorpêç kiriye û bi şev û roj dizane kî çi dike û li ku derê ye. Ma çawa dibe ku ew zarok nedîtin. Her kes dizane ku yekser dewlet di vê meselê de heye. Bi awayekî organîzekirî Narîna 8 salî qetil kirine. Dewleta tirk ji bo vê yekê jî kujeran diparêze û vedişêre. Ew dizane ku di bin vê meselê de wê tiştekî din derkeve û naxwaze eşkere bibe.

Kujerê Narînê kî dibe bila bibe wê encamê neguherîne. Yanî wê Narîn careke din tinebe. Lê ji bo ku Narîneke din neyê qetilkirin divê em li riyên çareseriyê bigerin. Divê em karibin li dijî vê zihniyeta tecawizkar û qirker têbikoşin. Tenê bi vî rengî em dikarin heyfa Narînê hilînin. Eger em rûnên û li ser Narînê bigrin û biqeherin wê tiştek nekeve destê me. Tişta bi serê Narînê hatiye ne dûrî me ye. Lê bi heman rengî çareserî jî ne dûrî me ye. Em dikarin vê qederê biguherînin.

Nûçeyên Têkildar