Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li şûna ku xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir!

Serokê Herêma Kurdistana Federal a ku şermezarkirinên nelirêtî û qeyrana aboriyê lê pêk tên Mesrûr Barzanî, ‘kesên ji derve hatin’ weke berpirsyarên şermezarkirinê nîşan dan

Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên li başûrê Kurdistanê yên li dijî nedana mûçe, nelirêtî û qeyrana aborî, dewam dikin. Di xwepêşandanên ku li bajarên Silemanî, Kerkuk, Ranya, Qeladizê, Kelar û Seyîdsadiqê pêk hatin de, heta niha 7 welatiyên sivîl bi guleyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî, birîndar bûne.

Ji ber ku çalakiyên şermezarkirinê mezin dibin, duh bi şev heta 24 saetan ketin û derketina hin bajaran hat qedexekirin. Piştî van geşedanan Lijneya Wezîran a Herema Kurdistana Federal bi serokatiya Serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî civiya. Piştî civînê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da çapemeniyê. Barzanî diyar kir ku berpirsiyartiya çalakiyên şermezarkirinan ‘kesên ji derve hatine.’

‘Beşeke gel bi şertên nebaş dijîn’

Barzanî da zanîn ku li ser maseya Lijneya Wezîran du mijarên girîng hebûn, yek ji van bûyerên ku vê dawiyê li heremê pêk tên û ya din jî muzakereya di navbera Hikûmeta Herema Federal a Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ne.  Barzanî anî ziman ku ji bo pirsgirêkên di pêşiya wan de çareser bikin wê di nava hewldanan de bin û wiha domand: “Em dizanin ku beşeke gel di nava şertên nebaş de dijî û em acizbûna wan fêm dikin. Tiştên em dibînin ji rastiyê dûr in û bi meqset tên kirin. Dîsa em dibînin ku hin kes tev li xwepêşandaran dibin û xwepêşandanan berevajî dikin. Wek hûn jî dibînin êrîşî saziyên fermî, yên partiyên û dezgehên xizmetê kirin. Ev ne mafê meşrû yê gel ne jî yê mûçeyan bi dest dixe.”

Du cephe

Her wiha Barzanî destnîşan kir ku eniyeke ku Kurdistanê diparêze û yek jî ya dijminên ku vê statûyê ji holê rake du enî hene û wiha bi dawî kir: “Ji her kesên ku li desthilatê û muhalefetê ne ev êrîş li dar xistine. Ev êrîşên provakator ne tenê li dijî desthilatê ne. Ev yek ji holê rakirina statûya Herema Kurdistanê û biçûk xistina wê ye. Vanan kî dikin? Me dît ku kesên van bûyerên tundiyê derdixin, ew kesên ji derve de hatin e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar