Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Sûr û Çinarê êrîşa polîsan hat şermezarkirin

HDP’ê li Sûr û Çinarê, êrîşên polîsan ên li ser dayikên ji bo zarokên xwe yên greva birçîbûnê dene çalakiyan pêk tînin şermezar kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyên Sûr û Çinarê yên Amedê derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin de daxuyanî dan çapemeniyê.

Endamên partiyê li Taxa  Îskender Paşa ya Sûrê hatin gelhev û daxuyanî dan çapemeniyê. Rêvebera HDP’ê ya Sûrê Yasemîn Akengîn, di daxuyaniyê de ev tişt ragihand: “Em êrîşên polîsan ên li dijî malbatên girtiyan nê li Gebze û Qoserê ku xwestin çalakî pêk bînin şermezar dikin. Polîsan li Gebze û Qoserê, êrîşî dayikên xwestin ji bo zarokên ku dengê xwe bilind bikin kirin. Em ê li her cihê, li dijî êrîşan bertekên xwe nîşan bidin û em ê li her derê piştevaniyê mezin bikin. Xwedî li dayikan derketin û bertekên xwe mezin kirin, dê bibe sedema ku berxwedana grevên birçîbûnê deng bide.”

Endamên partiyê piştî daxuyaniyê ji Taxa Îskender Paşa, heya Sûka Aşêfçiyan meşiyan û dirûşemên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bijî berxwedaan zindana” berz kirin.

Bang li hikumetê kirin

Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên navçeya Çinarê jî bi endamên partiyê û endamên Meclisa Şaredariyê re ji ber avahiya partiyê heta navenda sûka navçeyê meşiyan û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz kirin. Li navenda sûkê daxuyanî hat dayîn û Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Omer Adsiz, di  daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dewam dikin. Adsiz diyar kir ku hikumeta AKP’ê bi tecrîdê re, bi awayekê bêrihm bi ser kurdan de tê. Adsiz da zanîn ku bi tecrîdê gelê kurd înkar dikin, tune dihesibînin û vîna gel xesp dikin. Adsiz, êrîşên li ser dayikên girtiyan jî şermezar kir û bang li hikumeta AKP û rêxistinên sivîl ên civakî kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin tevgerê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar