Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Sûrê dîrok hat tunekirin

Li Amedê 6 taxên navçeya Sûrê 5 sal in qedexekirî ne. Taxên navçeyê yên qedexekirî bi biryara Desteya Wezîran ‘Qada bi rîsk’ hat ragihandin û ji sedî 70’yê navçeyê bi makîneyên kar hilweşandin û avahiyên li gorî rantê û polîsan hatin çêkirin

Li 6 taxên navçeya Sûrê ya Amedê ji 2’yê Kanûna 2015’an ve qedexeya derketina derve lê hatiye ragihandin û ev qedexe 5 sal li pey xwe hiştin. Derdora taxan bi blokên beton û sacên hesin hat dorpêçkirin. Van taxên qedexekirî hezar û 826 roj in hem ji şêniyên taxan û hem jî ji xelkê re girtî ne.

Li taxên bi navê Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemail Yilmaz û Savaş ji 2’yê Kanûna 2015’an ve qedexekirî ne. Şer xwerêveberiyê li van taxan qewimîbû û li gorî daneyên fermî 53 leşker, 17 polîs û cerdevanek di nav de bi giştî 71 mirin û herî kêm 392 leşker û 128 polîs û 3 polîs di nav de bi giştî 523 kes birîndar bûn.

Di heman demê de 73 endamên YPS û YPS-JIN’ê jî li van taxan gihiştin şehadete. Li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan tê gotin ku 24 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Piştî ku di 8’ê adara 2016’an de hat gotin ‘operasyon qediya’ 57 cenazeyên endamên YPS’ê hatin teşhîskirin û malbatan cenazeyên xwe wergirt û cenazeye 13 kesan jî bi hinceta nehatin nasîn li goristana bêkesan hatin veşartin.

Ev taxên ku mekanên dîrokî wek mizgeft, dêr, malên dîrokî yên tomakirîbûn lê hebûn xesarên mezin dîtin û ev her 6 tax bi tank û topan hat hilweşandin. Tê gotin ku 42 avahî jê ku hatine tomarkirin bi giştî 976 avahî hatine hilweşandin.

Li taxên qedexekirî 22 hezar û 323 welatî ji cihên xwe bûn û neçar man ji wir koçber bibin.

40 kes tên darizandin

Di dema şer û pevçûnan de bi hewldana rêxistinên civakî yên sivîl ‘koridora jiyanê’ hat vekirin û 40 kes hatin tahliyekirin. Ji van kesan parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî di nav de 32 kes hatibûn girtin. Ev 40 kes bi îdiayên giran tên darizandin û li gelek welatiyan bi dehan sal ceza hat birîn.

Niha li şûna wan avahiyên hatine hilweşandin ji aliyê TOKÎ’yê ve gelek avahî hatine çêkirin lê bes li şûna li xwediyê wan malan belav bikin, bi pereyan difiroşin niştecihên wan taxan. Li taxan hin jî xebata înşatê didome û tê gotin dê xaniyan nedin xwediyên xaniyên berê. Yên dixwazin bikirin jî bihayê 450 û 600 hezar TL difiroşin wan. Li van taxan avahiyê hatine çêkirin jî dişibin girtîgehan û pispor û avahîsaz dibêjin ku ew avahî ne li gorî ruhê mîmariya dîrokî ya Sûrê hatine çêkirin.

Ruhê dîrokî hat tunekirin

Hevseroka Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Selma Aslan qedexeya 5 sal in li navçeyê didome nirxand û wiha got: “Jixwe qedexeya derketina derve ne hiqûqî ye. Li gel vê yekê jî 5 sal in ev bêhiqûqî didome. Navçeyê ji gelek şaristaniyan re mazûvaniyê kiriye. Lê ev tax hemû bêmirov hatin hiştin. Xwestin pergala çandî û dîrokî ya Sûrê bi temamî tune bikin. Bi vê yekê re sînorkirî neman, Sûrê ji bo sermayedaran veguherandin qada rantê. A rast felaketa mezin wê piştî qedexe bi temamî were rakirin bê dîtin. Avahiyên hatine çêkirin jî tu eleqeya wan bi yên kevn re nîne. Avahiyên li gorî armanca rantê û ‘ewlehiyê’ çêkirine. Ne mimk e meriv wê xweşiya Sûrê ya berê bibîne.”

‘Jiyaneke cuda li Sûrê hebû’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn a di serdema qedexeyê de 96 rojan li navçeyê ma jî derbarê Sûrê de ev tişt anî ziman: “Li Sûrê jiyanek me pir cuda hebû. Niştecihên wir bi hestên cuda xwedî li hev derdiketin. Ev xwedîderketin di hundirê xwe de rêxistinbûnê xwedî dikir. Tişta ku îktîdarê xwest hilweşîne ev rêxistinbûyîn bû. Çawa ku Kurdistanê dabeşî çar parçeyan kirin. Li Sûrê jî polîtîkayek wiha hat birêvebirin. Her kevirek Sûrê hewar û zêmar û qîrîn e.

Cenazeyê Hakan Aslan ê li taxa Savaş ê jiyana xwe ji dest da hêj nedane malbatê. Li wan taxan 75 ciwan bi destê AKP û MHP’ê hatin kuştin.

Xelkê Sûrê nedixwest mal û taxên xwe berdin. Çimkî jixwe ew carek di salên 90’î de ji war û gundên xwe hatibûn koçberkirin. Çimkî wan li gundan şewatê û xerakirinê dîtibû. Dîsa bi heman rengî li Sûrê jî malên wan hatin hilweşandin û hatin koçberkirin.”

Çavkanî: MA / Cahît Ozbek – Tolga Guney / AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar