Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Swîsreyê aktîvîstên avhewayê sînor şermezar kirin

Aktîvîstên avhewayê ku li Basêlê kon vedane, heta sînorê Almanya û Fransayê meşiyan û pêkanînên nîjadperest şermezar kirin.

Aktîvîstên avhewayê (No Borders Klimacamp) ku ji 3’ê tebaxê ve li bajarê Basel ê Swîsreyê kon vedane û çalakiyên curbicur li dar dixin, heta sînorê Almanya û Fransayê meşiyan.

Li herêma Keserne ya Baselê aktivîstên avhewa bi daxwaza vekirina sînoran ji bo koçberan, edaleta avhewayê heta sînorê Almanya-Swîsre meşiyan. Koçberên di kampê de ji bo vegerê tên ragirtin jî piştgirî dan xwepêşandêran. Xwepêşandêran li ber kampa penaberan a 50. a Baselê ku li kêleka sînor e, çalakiya rûniştinê li dar xistin û koçberên li kampa vegerandinê hatin girtin jî bi dirûşman piştgirî dan wan.

Çalakgerên ku li Herêma Keserne ya Baselê li hev civiyan li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber sînoran gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ku bi gelek zimanan hat xwendin de hat destnîşankirin ku pergala koçberiyê ya Swîsreyê her diçe dijwartir dibe û wiha hat gotin, “Em dixwazin balê bikişînin ser polîtîkaya penaberiyê ya Swîsreyê ya li dijî mirovahiyê. Em naxwazin mirovên ji ber sedemên cuda ji welatên xwe reviyane, bi gefa jiyanî û şîdeta psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû bimînin.”

‘Bi milyonan dolaran xerc dikin’

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Ewropa ji bo pêşîgirtina li koçberan bi milyonan dolar ji bo girtina sînor xerc kiriye hate gotin ku rêyê derbasbûnê yên bi ewle nemane.

Hate destnîşankirin ku divê Swîsrê hemû serlêdanên penaberiyê bipejirîne û ev tişt hate gotin, “Ji bo me, ev eşkere ye: rastiya ku kesek ji bo hatina Swîsreyê hemî astengî derbas kiriye û di vê pêvajoyê de jiyana xwe xistiye xeterê, divê ji bo parastinê bes be.”

Ber bi sînorên Almanyayê ve meşiyan

Aktîvîstên avhewayê yên ku piştî axaftinan dest bi meşê kirin, li ser tramwayê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Xwepêşandêrên ku xwe li erdê dirêj kirin, piştî demekê li erdê sekinîn, dîsa bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Li ber kampa penaberan a “Hejmar 50” ya li ser sînorê Almanya-Swîsreyê çalakiya rûniştinê ya duyemîn hat lidarxistin. Çalakgerên ku li dijî keştiyên bermahiyên fosîlan hatin binçavkirin, di avahiyê de bêyî navber dirûşme berz kirin. Li vir gelek çalakiyên curbicur pêk hatin û penaberên kurd jî piştgirî dan. Çalakger piştre ber bi sînorên Almanyayê ve meşiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar