Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Swîsreyê bang ji bo meşa 14’ê tebaxê hat kirin

Kurdên li Swîsreyê dê bi dostên xwe re li dijî dagirkirin û komkujiyên dewleta tirk ên başûrê Kurdistanê di 14'ê tebaxê li bajarê Zurichê  dakevin qadan

Navenda Nûçeyan

Bi banga “Defend Kurdistan – Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze”, Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) 14’ê tebaxê meşeke girseyî tê lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşma “Tu jî li ber dagirkirina Kurdistanê rabe” bê avêtin. Bi navê Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S’ê daxuyaniyek hate dayin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku tevlî meşê bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku: “Xaka Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo têkçûna xwe û krîza giran veşêre, bi her rê û rêbazên qirêj li Kurdistanê polîtîkayên komkujiyê dimeşîne. Artêşa tirk a dagirker ku ji van êrişên xwe bêencam ma, çekên kîmyewî bi kar tîne û bi vî rengî sûcên şer dike. Her wiha li baregehên leşkerî yên li başûrê Kurdistanê jî xelkê me yê sivîl qetil dike.

Em bang li welatparêzên xwe û dostên xwe dikin ku tev li meş û mîtînga li dijî dagirkirina Kurdistanê bibin. Ji bo rabûna li ber dagirkeriyê, vê çalakiyê xurt bikin.”

Meş û mîtîng dê li bajarê Zurichê 14’ê tebaxê roja şemiyê saet di 14:00 de li Helvetiaplatzê pêk were.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar