Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Swîsreyê mîhrîcana zarokên kurd hate lidarxistin

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji bo zarokên kurd mîhrîcanek hate lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Winterthurê diyar kir ku li dijî êrîşên li ser zimanê dayikê, wan dest bi qursên zimanê kurdî kiriye

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji bo zarokên kurd mîhrîcan hate lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Winterthurê mîhrîcan pêk anî û qala girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê kir. Di mihrîcanê de çalakiyên ji çand û hunera kurdî jî hatin pêşkêşkirin.

Di mihrîcanê de li ser navê komîteya amadekar axaftin hatin kirin û ev tişt hatin gotin: “Ji bo ku zarok bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin û xwe di hêla wênexêz û şanoyê de bipêş bixin, me plansaziyek amade kir. Di vê çarçoveyê de me di meha adarê de qursên ziman dan destpêkirin. Bi vê yekê re her çiqas kêm jî be, em dixwazin li dijî êrîşên li ser zimanê me bibin bersivek.”

Têkiliyên kurdan xurt dike

Komîteyê destnîşan kir ku qursên wan her hefteyê bi rêk û pêk tên dayîn û wiha domand: “Ji ber ku dersên cur bi cur û xwedî naverokekî dewlemendin, qursên me mîna dibistanekî ne. Di heman demê de tevî malbatan, rê li ber xurtbûna têkiliya di navbera kurdistanî û dostên wan ên li Winterthurê jî vedike.”

‘Karê ku em dikin pir girînge’

Axaftin wiha bi dawî bû: “Di halê hazir de 30 xwendekarên me hene. Dibe ku tenê bi çend saetên nava hefteyê re em nekarin bi têrkerî bersivê bidin êrîşên li dijî çand û zimanê xwe, lê belê qet nebe em dixwazin ji bo zarokên xwe zemîneke ziman û çanda xwe biafirînin. Bi vê armancê karê ku em dikin gelekî girîng û pêwîst e.” WINTERTHUR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar