Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li Tehranê; Putin, Receb, Reîsî!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Çawa bi lez Biden xwe berda qada Rojhilata Navîn, Putin jî, li dijî wî xwe berda qadê. Bêgûman ev civîna Tehranê ya di navbêna serokên Rûsyayê, Tirkiyê û Îranê de pêkhat, hema yekser dikare were gotin ku; alternatîf û bersîva gera Biden a Israilê û civîna Riyadê bû.

Ti şik û gûman nîne ku Receb, weke nûnerê DYA-NATO beşdarê vê civînê bû ye. Jixwe di peyama wî ya despêkê ya berî civîna 3 qolî de jî, dihat diyar kirin, weke ku ji fermandarê xwe yê “eqlê jor” destûr standibe, bêtirs peyama xwe dixwend.

Di daxwiyaniya wî de, tişteki nû nebû, her tiştên ku berê jî digot dubare kir. Lê ya giring ew bû ku, him peyam dida derve(“eqlêjor”a xwe) him jî dida hundurê Tirkiyeyê; ji bo hilbijartinan! Weke bêje “vaye ez ewqas biryardar û bêtirsim e ku ez li rûyê Putin û Reîsî jî dikarim van gotinên qelew bikim”!

Hilbet Putin û Reîsî jî ne xeşîm in. Wan jî li dijî siyaset û hilwesta Receb, gotinên xwe rûberû kirin û gotin ;”em êrîşên leşkerî û dagirkerî yên li ser Sûriyeyê xeter dibînin û ne razînin” û hwd.

Bêgûman di civîna xwe ya sêqolî ya bêyî çapemeniyê de, dibe ku hîn zelaltir dîtin û nerînên xwe, rûberû ji hev re gotibin, jixwe hevdu baş nas dikin; ka kî çi dixwaze û ya dilê wî çiye, bêgotin jî dizanin. Lê tê zanîn ku êdî germbûna cenga cîhanî bi leztir bûye û serkêşên her eniyê, hewl dide ku hevalbendên xwe pir bikin û eniyên xwe bi hêztir bikin.

Piştî civîna xwe ya sêqolî ya di formata ASTANA de bû, bi dawî kirin, daxwiyaniyek hevbeş belav kirin. Di vê daxwiyaniya wan a ji 16 xalan pêkdihat de, hemû gotinên glover ên ku berê gelek caran dubare kiribin dîsa pêşkêşî çapemeniyê kirin.

Eger ji vana xalan, her çendîn dubare be jî, dibe ku mirov  gotinekê li ser xalekê bike. Ev jî; xala ku Receb, ne dubare belê dehbare di gotara xwe ya despêkê de bi qîrin digot “li wê herêma Bakurê Sûriyeyê, terorîstên weke PKK, YPG, YPJ hene û em mafdar in ku operasyonê li ser wan pêkbîne” û hwd.neketi bû wê daxwuyaniya hevbeş! Her wiha Putin û Reîsî jî di gotarên xwe de navên ti rêxistinan, weke Receb bi nav nekirin. Bi tenê mîna gotinek giştî, ku her kes dibêjin, got in “em li dijî teroree ne”  û hwd.

Di wê axaftina xwe ya despêkê de, sosreteke din jî ev bû ku; navên wan rêxistinên Kurdî, bi zanebûn weke tîpên İnglîzî dixwend. Erê armanca wî tiştekî din bû, lê dîsa jî bi wan gotinên xwe jî xwe di lewitand; şûna YPG û YPJ, wisa dihat hiskirin ku weke bêjê ARGK û ARBÎCÎ!

Receb, xwedêgiravî bi vî awayî, armanca wî van rêxistinan nebaş bide xuya kirin; dixwest nîşan bide ku van rêxistinan projeyên biyaniya ne, yên dewletên derve ne û hwd.

Lê jibîr dike an dibêje dibe ku hatibe jibîr kirin, ku ew bi xwe çawa projeya dewletên biyanî ye û bi taybetî jî projeya DYA ye. Eger hê jî kesên bawer nakin hebe, bila li hevpeyvîna You Tube ya Dr.Erol MUTERCIMLER binerin, bes e.

*  *  *

Li goreyî gelek şîrove û pêşbîniyan; DYA û NATO, dê bixwazin Tirkiyê û Îranê berdin pêxila hev. Li goreyî axaftina Receb, armanca; dagirkirina Til Rifat û Minbic e. Dibe ku jibo vêna destûr jî standibe! Lê rojekê piştî civîna Tehranê, bombebaran li gundê Derkara Zaxoyê û kuştîna 9 kesan û 23 birîndaran ên ji gelê Erebên ku hatibûn wê herêmê seyranê, gelek balkêş ê û dibe ku Receb, projeyek cudatir jî dabe pêşîya xwe!

Lê xwedê zane, ev siyaseta wî ya lewitî ya qirker û projeyên wî yên dagirkerî, êdî weke çeka BUMERAN, berê lûle û fişekên wê li xwedanê xwe vedigere!

Hilbet Putin û Reîsî jî vê armanca wî dibînin û ew ê jî li goreyî vêna tevbigerin. Her wiha QSD jî, vêna dibîne ku Mezlûm Ebdê, lewma di wê civîna xwe ya çapemeniyê de, bi giranî axaftinê xwe li ser amadekariyên xwe yên li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirka dikir. Her wiha gelek rêveber û berpirsiyarên Rêveberiya Xweser jî, di heman çarçovê de axivîn û jibo pêşewaziya êrîşên dewleta Tirka bi xurtî bikin, banga amadekariyê kirin.

Li goreyî diyar dibe, civînên wan ên duqolî jî, yên sêqolî jî, yên nizim û yên bilind jî, li gel  yên ASTANA, SURÇÎ û CENEVREYÊ, ya TEHRANÊ jî beravêtî bû û ti kesê bi qezenc an serkeftî jê derneket in!

Bêgûman xeter gelek in, lê zemîn û derfetên serkeftinên jî di heman astê de, heta gelek zêdetir hene. Bi tenê sebir, hişyarî, zanyarî, hostayî û rêxistina xurtir divê!

Nûçeyên Têkildar