Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li tevahiya cîhanê 8 hezar 784 kes mirin

Navenda Nûçeyan |

Vîrusa koronayê ku ji Çînê belavê cîhanê bû, heta niha bû sedema mirina bi hezaran kesan.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) êvara çarşemê li gorî çavkaniyên fermî ragihand ku herî kêm 8 hezar 784 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine.

Şewba koronayê ku li Çînê dest pê kir, heta niha li 150 welat û herêman belav bûye. Li gorî daxuyaniyên fermî heta niha 209 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine. Lê belê ev bîlanço hejmara rastî nîne. Li gelek welatan tenê li ser nexweşên diçin nexweşxaneyê test tê kirin.

Ji sêşemê dema hejmartina dawî û vir ve li tevahiya cîhanê 948 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 18 hezar û 313 kes jî bi vîrûsê ketin.

Di nava 24 saetên dawî de li Îtalyayê 475 kes, li Îranê 147 kes, li Spanyayê jî 107 kes ji ber vîrûsê mirin.

Rewşa dawî ya li Çînê

Li Çînê ku şewbê lê dest pê kir, hejmara giştî ya nexweşan 80 hezar û 894 kes in. Ji wan 3 hezar û 237 kesî jiyana xwe ji dest dan, 69 hezar û 601 kes jî rehet bûn. Di navbera rojên sêşem û çarşemê de tenê 13 nexweşên nû hatin tespîtkirin û 11 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li derveyî Çînê li deverên din ên cîhanê 937 ji wan di nava 24 saetên dawî de bi giştî 5 hezar û 547 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi 18 hezar û 300 kesên din re vîrûs hate tespîtkirin û hejmara nexweşan gihîşt 128 hezar û 609 kesî.

Welatên ku piştî Çînê herî zêde ketin bin bandora vîrusê

Vîrusê piştî Çînê herî zêde bandorê li Îtalyayê kir. Li Îtalyayê 35 hezar û 713 kes bi vîrûsê ketin û 2 hezar û 978 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Îranê 17 hezar û 161 kes bi vîrûsê ketin û hezar û 135 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Spanyayê 13 hezar û 716 kes bi vîrûsê ketin 598 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Fransayê 9 hezar û 134 kes bi vîrûsê ketin û 264 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Bîlançoya li gorî herêman

Heta saet 19:30 ê roja çarşemê li Asyayê 93 hezar û 955 nexweş û 3 hezar û 384 qurbanî, li Ewropayê 86 hezar û 94 nexweş û 4 hezar û 112 qurbanî, li Rojhilata Navîn 19 hezar û 210 nexweş û hezar û 152 qurbanî, li DYE û Kanadayê 7 hezar û 748 nexweş û 104 qurbanî, li Latîn Amerîka û Karayîpê hezar û 324 nexweş û 10 qurbanî, li Afrîkayê 596 nexweş û 16 qurbanî, li Okyanûsan 576 nexweş û 6 qurbanî hatin tespîtkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar