Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Li Thurîngenê Partiya Çep bi ser ket

Li eyaleta Thurîngenê ya Elmanyaye di hilbijartina herêmî de Partiya Çep bi ser ket. Partiya nijadperest AfD bû duyemîn. Partiyên desthilatdariyê CDU û SPD dengê wan kêm bû.

Li Eyaleta Thurîngenê ya Elmanyayê duh 1,7 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina meclîsa eyaletê ya nû çû ser sindoqan. Di nav 16 eyaletên Elmanyayê de tenê serokwezîrê ji Partiya Çep li vê herêmê heye.

Li gorî hilbijartina di sala 2014’an de tevlêbûna li hilbijartinê ji 52 ji sedî bû 65 ji sedî û serokwezîr Bobo Ramelow ê ji Partiya Çep bi ser ket. Partiya Çep di vê hilbijartinê de 31 ji sedî deng stend.

Li gorî encamên ku kanala televîzyonê ARD’ê diyar kiriye, partiya CDU ya Serokwezîr Angela Merkel 11 ji sedî deng kêm kiriye. SPD a ku hevkarê desthilatdariyê ye jî 8 ji sedî deng stend.

Partiya rastgir a bi navê AfD jî li gorî hilbijartina borî 12 ji sedî dengê xwe zêde kiriye û 23 ji sedî deng stend.

Piştî encaman Ramelow axivî û got ku “Ez hatim hilbijartim û ez ê li ser peywira xwe bim. Ji ber ku li gorî qanûnên eyaleta Thrungenê bêyî ku hikumetek were avakirin jî serokwezîr dikare li ser peywira xwe be.”

Ramelow sala borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî piştgirî dabû berxwedana YPG’ê ya li Efrînê. Ramelow bêdengiya saziyên navneteweyî û ya hikumeta Elmanyaye protesto kiribû. Çeteyên AKP’ê gefa kuştinê li wî xwaribûn. ERFÛRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar