Leşkerên artêşa tirk a dagirker û çeteyê wê duh êrîş birin ser gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiye yên navçeya Til Temirê. Li ser bersivdana şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 13 çete hatin kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûn.
Şervanan erebeyeke doçka li ser a dagirkeran teqand û miqdareke teqemenî, rext û çek û guleyên wê û dûrbîneke şevê jî desteser kirin. HESEKÊ