Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Tirkiyeyê hejmara zarok tên xebitandin her roj zêde dibe!

Li Tirkiye û Kurdistanê roj bi roj hejmara zarokênt¨n xebitandin zêde dibe, rê li ber nayê girtin. Ji aliyê din ve zarokên ku tenduristiya wan û ewlehiya jiyana wan tê paşguhkirin û weke keda erzan tên dîtin, bi her cureyê îstîsmarê re jî rûbirû dimînin.


Desthilta faşîst a AKP-MHP’ê ji ber di şerê li hemberî kurdan de israr kirin Tirkiye di her warî de anîn ber hilweşîne. Bi taybetî jî di aliyê aboriyê de hilweşiyaye. Pirsgirêkên aborî yên ku roj bi roj kûr dibin dibin sedema zêdebûna xebitandina zarokan. Qadên xebitandina zarokan yek ji wan qadane ku herî zêde şert û mercên kar û îstismar lê serdest in. Hikûmeta ku zarokan dixe nava van şert û mercan, polîtîkayên xwe yên şerê taybet jî didomîne û pirsgirêkan bê çareserî dihêle.

Ji aliyê din ve, li cîhanê hejmara zarokên tên xibitandin herî kêm 160 milyon e, ji wan 720 hezar li Tirkiye û Kurdistanê ne. Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê ji sedî 4,4 ê nifûsa zarokan tên xebitandin.

Zarok hem ji bo ewlekariya jiyanê, hem jî ji bo tenduristiyê û hem jî wekî keda erzan, li qadên pîşesaziyê ku yek ji qadên herî zêde lê dixebitin lê dixebitin, bi her cureyê îstismarê re rûbirû dimînin. Zarokên ku di kargehên pîşesazî ya li Wanê de dixebitin ji ajansa me re sedema xebitandina xwe vegotin.
Li qada pîşesaziyê li her kargehekê herî kêm du zarok dixebitin. Ji van zarokan yê ku salek e dixebite her sibe saet di 08.30’an de tê kargehê û êvarê li derdora seat 18.00 an an 19.00’an de derdikeve, dibêje, “Ez naçim dibistanê lê ez ê biçim. Ez heftê pênc rojan dixebitim, 600 lireyî distînim. Ez paceyan ji çarçoveyên wan dikim û farên wesayitan çêdikim.”

Zarokekî din jî ku ev 4 sal in li kargeha karebeyê de dixebite jî wiha got: “Min dev ji dibistanê berda û ji bo debara malbata xwe bikim dixebitim. Ez hefteyê 6 rojan dixebitim û hezar lîre didin min. Ez serê sibê saet di 07.00’an de têm û êvarê saet di 18.00’an de derdikevim.

Zarokekî din jî ku 4 sal in li kargeha kaportayê dixebite wiha got: “Ji ber ku min şer dikir min nekarî dibistanê bidomînim. Ez hefteyê şeş ??rojan dixebitim û 2 hezar lîre qezenc dikim. Divê ez debara malbata xwe bikim. Ez jixwe ji bo wê dixebitim.”

Zarokê ku her sibe saet di 07.30’an de tê ser kar û êvarê saet di 20.00’an de derdikeve jî wiha got: “Ez odê paqij dikim, amûran tînim û digirim û alîkariya hosteyê xwe dikim. Bavê min wekî ceza bide min ez anîm vir. Ji ber ku ez ji dibistanê hatim dûrxistin ev ceza da min. Em çar xuşk û bira ne. Ji bilî min xuşk û birayên min ên dixebitin nînin.”

Zarokê ku 2 sal berê bi malbata xwe re ji gund koçî Wanê kiriye jî diyar dike ku ew qapaxa motorê tamîr dike û wiha got: “Ez neçûm dibistanê, 2 sal in li vir dixebitim, serê sibê saet di 07.00’an de têm û êvarê derdora seat 20.00’an vedigerim malê. Ez heftê 900 lîre qezenc dikim. Em pênc xwişk û bira ne, ez û birayê xwe dixebitin. Birayê min jî 17 salî ye. Pereyê ku ez distînim têrê nake, lê ji bo debara malbatê divê ez bixebitim.”

Zarokek din ku di kargeha pîşesaziyê de dixebitî jî got, “Em li vir karê tornoyê dikin, du hosteyên min hene. Ez şagirtê wan im. Ez ji bo debara malbata xwe dixebitim û neçar im bixebitim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar