Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li Tirkiyeyê komên taybet ên DAIŞ`ê hene

Çeteyê bi navê Emre Ozanoglu ku li bakurê Sûriyeyê dîl hatiye girtin diyar kir ku li Tirkiyeyê komên taybet ên DAIŞ’ê hene û gelek kom di nav gel de propagandaya DAIŞ’ê dikin

Emre Ozanoglu sala 1991`an li paytexeta Tirkiyê Enqereyê hatiye dinyayê. Emre di bazirganiya telefonan de li Tirkiyeyê kar dikir. Emre bi rêya hevalên xwe ku propagandaya DAIŞ`ê dikir, DAIŞ nas kir. Di dawiya sala 2014`an de berê xwe dide Sûriyê û tev li DAIŞ`ê bibe. Lê balkêş bû  ku ne Emre biryara çûyîna ber bi Sûriyeyê ve dide, bavê wî Rifet, biryara çûyîna wî û hevjîna wî Başak ber bi Sûriyeyê ve dide da ku tev li DAIŞ`ê bibin.

Di nûçeyên ku berê hatin weşandin de, komên ku li Tirkiyê propagandaya DAIŞ`ê dikin, hatin eşkerekirin. Emre Ozanoglu ku çeteyekî DAIŞ`ê ye, ew û hevjîna xwe, xwe radestî HSD`ê kirin, ev yek teqez kir û wiha got: “Li Enqereyê, kesek bi navê Selahedîn hebû. Erka wî propagandaya ji bo tevlêbûna DAIŞ û derbaskirina kesên biyanî yên ku tev li DAIŞ`ê bûne, li nava Sûriyeyê bû.”

Emre Ozanoglu da zanîn ku ew zêde agahiyan li ser Selahedîn nizane, ji ber bavê wî bi Selahedîn re koordîne dike. Her wiha Emre Ozanoglu navê koordînasyonê giştî li Enqereyê û yek ji serokên komên ku propagandaya DAIŞ`ê li Tirkiyeyê dikir Kamîl Nuhoglu anî ziman. Çete Kamîl Nuhoglu di pêngava HSD`ê ya rizgarkirina Reqayê de hate kuştin.

Çûyîna ber bi Sûriyê ve

Selahedîn erebeyekê ji Emre Ozanoglu, hevjîna wî Başak û bavê wî Rifat re bi rê dike da ku biçin Sûriyeyê. Di erebeyê de jî, malbata Tah û malbata Muhsin jî hebûn. Emre got navê ajokarê erebeyê jî Terzî Ehmed bû.

Di rê de, cendirmeyên Tirkiyeyê erebeya wan disekinîne. Cendirme nasnameyên hemûyan dixwaze, lê Terzî Ehmed ew tenê ji erebeyê dadikeve û derdora 15 deqeyan bi cendirme re diaxive. Piştre, careke din rêya xwe dewam dikin heta ku digihîjin Dîlokê.

Piştî ku digihîjin Dîlokê Terzî Ehmed, wan radestî koordînasyona DAIŞ`ê dike. Emre, hevjîna wî, bavê wî û her du malbatên bi wî re, bê astengiyên li ser sînor derbasî Sûriyeyê dibin. Lê balkêş e ku Emre û kesên bi wî re bi erebeya koordînasyonê DAIŞ`ê derbasî Sûriyê dibin. Der barê rewşa ewlehiyê li ser sînor de Emre wiha got: “Em bêastengî di ser sînor re li herêma Raî derbasî Sûriyeyê bûn. Me li ser sînor tu hebûna hêzên Tirkiyeyê nedît.”

Piştî ku Emre Ozanoglu û kesên bi wî re derbasî herêma Raî dibin, li wir jin ji mêran têne veqetandin. Emre û bavê wî derbasî odeyekê dibin ku gelek kesên biyanî ji hemû dewletan li wir hene. Piştî wê bi rojekê, çeteyên DAIŞ`ê, Emre û bavê wî bi rê dikin gundê Şihêtat ê herêma Hemam û li wir ji aliyê komên Tirkiyê yên girêdayî DAIŞ`ê ve têne perwerdekirin.

Erka wan şerê li dijî kurdan bû

Piştî perwerdeyê, Emre tevî “Koma Stenbolê” ku kom endamên xwe hemû tirkên Stenbolê ne û taybet navçeya Sultanbeylî ne, bûne. Piştre Emre dewreyeke leşkerî li herêma Dêrazorê dibîne û careke din vedigere Babê. Li wir jî, çeteyê bi navê Emre dixwaze tev li tabûrên leşkerî bibe û ji wir jî tev li tabûreke taybet a tirkan dibe. Hejmara endamên wê tabûrê zêdetirî 70 bû û erka wê tenê operasyonan li dijî YPG û YPJ`ê li derdora Girê Spî li dar bixe.

Çete Emre wiha behsa şerê li dijî YPG û YPJ`ê dike: “Dema ez derbasî şer bûm, ez gelek tirsiyam, min xwest ez vegerim eniyên paş. Di şerên li Girê Spî de, me nikaribû li pêş YPG`ê bisekinin, piştî ku hejmareke mezin ji me hatin kuştin, em vekişiyan.”

Piştî ku şervanên YPG`ê herêma Girê Spî rizgar dikin, çete Emre tevî bavê xwe û hevjîna xwe berê xwe didin bajarê Reqayê û li wir di kargeha çêkirina erebeyên panzêr de kar dike. Pişî ku HSD`ê dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê dike, çete Emre û bavê wî û hevjîna wî xwe didin herêma El-Meyadîn.

Bavê Emre xwe li dijî rejîmê diteqîne

Piştî ku Emre, bavê wî û hevjîna wî berê xwe didin herêma El-Meyadîn, li wir tenê rêya ku tev li komên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê yên ku çalakiyên xwekujî dikin û êrîş dikin bibe, li pêşiya wî dimîne. Lê piştre, bavê Emre, Rifet biryarê dide ku tev li wê komê bibe.

Têkildarî vê mijarê, çete Emre ev tişt got: “Serçeteyê azerî bavê min qanî kir ku çalakiyeke xwekujî li dijî kombûna rejîma Sûriyeyê li herêma El-Meyadîn li dar bixe. Min hewl da bavê xwe qanî bikim ku dev ji vê çalakiyê berde, lê bavê min guh neda min. Piştî mehekê, bavê min çû û min tu agahî li ser wî nebihîstin. Piştî 20 rojan, min ji hevalekî xwe yê çete bihîst ku bavê min bi erebeyeke bombebarkirî çalakiyeke xwekujî li dijî rejîma Sûriyê li herêma El-Meyadîn kiriye.”

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk çete li rojhilatê Firatê dorpêç kirin, çete Emre Ozanoglu tevî hevjîna xwe Başak xwe radestî şervanên HSD`ê kir. QAMIŞLO

Nûçe: Azad Sefo-Nejbir Osman / ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar