Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...
Cuma - 15 Kasım 2024

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Li Tirkiyeyê nexweşxaneya taybet a ji bo çeteyan heye

2 çeteyên girtî li xwe mikur hatin ku çeteyên DAIŞ`ê hewl didin xwe di nava kampa Holê û derveyî wê de bi rêxistin bike. Çeteyan anîn ziman ku DAIŞ li Tirkiyeyê bi serbestî tev digerin û nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina wan li wir heye.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn 6`ê mijdarê li kampa Holê û derdora wê Operasyona Ewlehiya Domdar dan destêkirin. Di operasyona 7 rojan de 79 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin û tunel hatin rûxandin. 2 çeteyên ku li kampa Holê hatine girtin, detayên erkên xwe yên di nava DAIŞ’ê de axivîn.

Çeteyê DAIŞ’ê Bariq Fewaz Suhêl ji bajarê Enbar ê Iraqê ye, bi rêya apê xwe Suhêl El Ebid (Ebû Yehya) berpirsê Enbarê yê tevlîkirina nava DAIŞˈê bûye. Bariq Suhêl di nava DAIŞˈê de wek nûçegihan dixebitî, li gelek herêmên Sûriye û Iraqê geriyaye. Bariq di şerekî li herêma Ekaşat de ku bajarekî Iraqê ye, birîndar bûye. Piştî dermankirinê qebûl nekiriye ku careke din tev li DAIŞ`ê bibe, ji ber wê hatiye girtin. Di dema girtinê de çeteyê bi navê Ebû Xatab El Îlamî ku bi navê “mîrê ragihandina DAIŞ`ê” tê naskirin, Bariq tev li ragihandinê dike. Dûre Bariq şerên çeteyan dişopîne û ji wan re propagandayê dike.

Çete Bariq got erka wî kişandina dîmenên şerên DAIŞ`ê, herî zêde kişandina dîmenên kuştiyan û propagandaya DAIŞ`ê bû. Çete Bariq destnîşan kir ku piraniya amûrên ragihandinê bi rêya Tirkiyeyê werdigirtin û got: “Gelek amûrên nûjen mîna kamerayan, ji Tirkiyeyê digihaştin me.”

Bariq piştî ku artêşa Iraqê ber bi herêmên di bin kontrola DAIŞ`ê yên li Enbar de bi pêş diket, ji Iraqê reviya Sûriyeyê û li bajarê Bû Kemalê bi cih dibe, dûre derbasî bajarê Sûsê dibe û heta demekê li wir dimîne. Bi pêşketina HSD`ê ber bi herêmê ve û bi derbên hêzên Koalîsyona Navneteweyî re, bav, ap û zavayê çete Bariq ên di nava DAIŞ`ê de tên kuştin.

Piştî ku HSD ber bi Dêrazorê ve bi pêş dikeve, çete Bariq qaçaxçiyekî bi navê Ebû Yeqîn îqna dike ku biçin herêmên di bin kontrola HSD`ê de. Ebû Yeqîn qebûl dike. Ji ber wê çete Bariq tevî malbata xwe bi rê dikeve, lê Ebû Yeqîn rêyeke tijî mayîn nîşanî wî dide. Di wê rêyê de mayinek bi çete Bariq de diteqe û di encamê de lingê wî tê qutkirin. HSD wî û malbata wî xilas dike û dibe nexweşxaneyê.

Piştî demekê çete Bariq li kampa Holê dimîne, lê karê xwe bi çeteyên DAIŞ`ê re didomîne û destek û amûran ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de werdigire. Di vî warî de got: “Tevahî amûr bi rêya Heleb, Ezaz, Girê Spî, Eyn Îsayê, ji Tirkiyeyê tên. Heta birîndarên DAIŞ`ê dibin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê û tên dermankirin.”

Çete Bariq got çeteyê bi navê Ebû Farûq El Ensarî yê ji Iraqê, li Tirkiyeyê hate dermankirin û piştî 3 mehan vegeriya nava DAIŞ’ê. Her wiha destnîşan kir ku gelek çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê ne û kesek ji wan re tiştekî nabêje. Bariq got wî bihîstiye li Tirkiyeyê nexweşxaneyeke taybet a birîndarên DAIŞ`ê heye.

Çeteyê DAIŞ’ê Hisên Henûş Xelef El Ibêdî yê ji navçeya El Baac a parêzgeha Mûsilê ya Iraqê jî di Operasyona Ewlehiya Domdar de hate girtin. Çete El Ibêdî sala 2015`an tev li DAIŞ2ê bûye. Bi çeteyê bi navê Ebû Şêxa ku bi xwe “mîr”e û ji herêma Til Eferê ye, di belavkirina mehaneyên kuştî û dîlgirtiyên DAIŞ`ê de kar dike. Li gorî El Ibêdî, Ebû Şêxa mehaneyên çeteyan dianîn û belav dikirin.

Çete Hisên got piştî ku artêşa Iraqê ber bi El Baacê ve bi pêş dikeve, ji wir direvin û diçin herêma Deşîşe ya Hesekê. Li wir kurê wî yê bi navê Haris di şer de tê kuştin. Çete Hisên karê xwe yê belavkirina mehaneyên çeteyan ên ku ji herêmên di bin dagirkirina dewleta tirk de û Tirkiyeyê tên, didomîne. Her du çeteyan destnîşan kir ku DAIŞ hewl dide xwe di nava kampa Holê û derveyî wê de bi rêxistin bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar