Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Li Tunusê çi qewimî?

Tunus ev çend roj in di rojeva cîhanê de ye.

Belê, serokkomarê Tunusê gavek avêt û bi vê gavê ve girêdayî, desthilatdarî dest guherand. Di esasa xwe de ev guherîna ku bê îradeya gel, bi biryareke siyasî çêbûye, darbe ye. Lê ev naye wê wateyê ku encamên vê guherînê ne bi dilê gel e. Bertekên gel ku piştî vê guherîne derket holê jî nîşan dide ku gel ji biryara serokkomarê Tunusê xweşbîn in. Her wiha gelek aliyên cuda yên cîhanê jî, hinde li ber rayedariya berê ya Tunusê neketin. Rast e, piranî gumanbariya xwe bilêv kirin û daxwaz kirin ku demek berê hilbijartin pêk were. Her wiha ji rayedariya nû jî xwestin ku ji bo demokrasiyeke mayînde hewl bidin. Ev qas! Ji helwesta wan diyar bu ku ew jî ne eciz in.

Bêguman, yên li ber vê guherînê bertekên tund nîşan dan jî hene. Yek ji wan Erdogan e. Yê din jî emîrên Qatarê ne.

Ya balkêş ev e: Gelo çima bertekên tund nîşan dan?

Aşkera ye! Ji ber ku ew guherîna li Tunusê binê wan jî vala dike. Sedema bertekên van ev e!

Bihara Ereban yekemîn car li Tunusê destpê kir. Lê li Tunus, opozîsyona çep û demokrat jî xurt bû. Di dumahî de hemû opozîsyon bi hev kirin û bi pêşengtiya Nahdayê alîgirê Îxvanê Muslîmîn rêvebiriyek nû çêkirin.

Dema Nahda bi rayên piranî hikûmetê girt bin bandora xwe, Tirkiye û Qatarê ku niha bi çavên şil bûyeran dişopînin, şahiyên herî mezin dikirin. Wê demê Mursiya Misirê jî, opozisyonên Sûriyeyê ku niha bi piştgiriya Erdogan vegûheztine bûne qaşo Artêşa Azad jî, ji encamê gelek kêfxweşbûn.

Sedem aşkera bû. Hemû Îxvanî Muslîmîn, ango rêxistina cîhadîst ê bi navê Birayên Misilman tê zanîn; cîhadîstên tund bûn û piştgiriya hev dikirin.

Di nav hemû cîhadiyan de ya herî biaqil Nahda derket. Şîretên Erdogan baş guhdar kirin û berî ku bikaribin xwe li nav dewletê xurt bikin, xwe ji tu kes dûr nekirin. Ji binî ve jî amadekariya damezrandina dîktatoriyek mayînde kirin. Di her gavên xwe de ji ezmûnên AKP’ê  sûd werdigirtin. Di vê navberê de jî piştgirî didan çeteyên Erdogan. Heta piştgiriyek wisa dan ku hemû cîhadîst lê şaş man. Bi hezaran jinên Tunusê ji çeteyên Erdogan re wekî cariye şandin.

Belê, kurt û kurmancî, Nahda îxvanî bû û planek dabû ber xwe. Mursî Erdogan guhdar nekir û bi lez tevgeriya. Di encam de jiyana xwe ji dest da. Lê Nahda, lez nekir. Serokê Îxvanê, ango Erdogan ê diktatorê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, bi gotineke din belayê serê Rojhilata Navîn guhdar kir. Taktîkên wî, ango takkiyeyên îslama siyasî ji xwe re esas girt.

Tiştên li Tunusê pêk hatin, bi gotinên herî kurt ev in.

Nahda, piştî dît ku her diçe piştgiriya wê di nav gel de kêm dibe, dest bi dek û dolaban kir. Hin muxalîf bi awayekî tarî hatin qetilkirin. Alîgirên Nahdayê sermaye girtin destê xwe. Dizî û gendelî zêdebûn. Gel ji ber kiryarên wan bêzar bibû. Herî dawî hat dîtin ku ew jî dixwazin wekî Erdogan tevbigerin, bi biryareke siyasî pêşî lê girtin. Eger gel jê ne eciz ba, ew ê bi banga Îxvan daketibana kolanan. Îxvan, li Misirê bertek nîşan da. Lê li Tunusê gel piştgirî nedan Nahdayê.

Rewş ev e! Vê car hûn bêjin, ka li Tunusê çi bûye? Encam kêrî kê tê?

Nûçeyên Têkildar