Di encama qelibîna keştiyeke ya koçberan a li peravên Tûnûsê de herî kêm 70 kes mirin
Li peravên bajarê Safakesê yê Tûnûsê keştiya koçberan noqî avê bû. Koçberên bi eslê xwe ji Afrîqayê ji Lîbyayê ketibûn ser rê.
Li gorî ajansa Tûnûs a TAP’ê di encama qelibîna keştiya koçberan herî kêm 70 kes mirin, 16 kes jî ji aliyê masîvanan ve hatine rizgarkirin. Rêveberan ragihandin ku guman heye hejmara miriyan zêde bibin.