Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Ukraynayê rewşa li eniya leşkerî û dîplomatîk

Şerê ku di 24'ê sibatê de li Ukraynayê dest pê kir bi bombardûman û şerekî giran dewam dike. Li bajarê Lvîv ê li rojavayê welêt, li qada balafirgehê dengê teqînan hate bihîstin

Di krîza Rûsya-Ukraynayê de şer û danûstandin bi hev re dewam dikin. Serê vê sibehê li bajarê Lvîvê teqîn çêbûn. Şaredarê bajêr diyar kir ku êriş li ser herêma balafirgehê hatiye kirin. Dorpêça li ser bajarê Marîûpolê jî dewam dike, ku bajarekî stratejîk ê bendergehê ye. Rayedaran diyar kirin ku di nava hefteyekê de 30 hezar kes ji bajêr hatine derxistin. Li gorî îdîayên rayedarên Ukraynayî, avahiya şanoyê ya ku bi sedan kes lê bûn roja Çarşemê hate bombekirin. Nehate aşkerekirin ku ji ber bombardûmanê çend kes mirine.

Şaredariya Marîûpolê ragihand ku bombardûmana Rûs a “bênavber” û hilweşîna “mezin” kiriye ku rewş “krîtîk” bibe. Li gorî texmînên destpêkê ji sedî 80 ê avahiyên li bajêr hilweşiyane. Ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve nehate piştrastkirin.

Rûsyayê her wiha herêma Donbas weke qade li firînê qedexe ragihand, ku li vê herêmê Donetsk û Lûhansk hene ku bi rengekî yekalî xwe weke komar ragihandin û alîgirê Moskowayê ne. Daxuyanî ji aliyê rayedarên Donetskê ve hate dayin.

Serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy diyar kir ku herêmên esasî û krîtîk ên ku hêzên Rûs hewl didin bi dest bixin, hîn jî di bin kontrola wan de ne.

Her wiha li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer û vir ve 3.1 milyon mirov ji Ukraynayê derketin.

Li eniya dîplomatîk jî sûcdariyên ku Rûsyayê bi sûcê şer tewambar dikin, zêde dibin. Wezîrên Karên Derve yên G7 daxuyanî dan û gotin, “Kiryarên sûcê şer ê li Ukraynayê wê li pêşiya edaletê ya navneteweyî hesab bidin.” Serokê DYA’yê Joe Bîden yekemcar ji bo Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn got, “Sûcdarê şer e”.

Kongreya DYA’yê jî ragihand ku ew amade ne statuya bazirganiyê ya Rûsya û Belarûsê di ber çavan re derbas bikin. Ev yek jî wê bibe sedema rûdana buhayê gumrukê yê ji bo cezakirinê.

Rûsyayê her wiha li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşî li erêkirina biryarek têkildarî şerê li Ukraynayê girt. Moskowayê nerazîbûn nîşanî pêşniyarkirina pêşnûmeyekê kiribû ku êrişa li ser sivîlan red dike.

Li gorî nûçeyên medya rojavayî ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên dîplomatîk, Rûsyayê ji hevalbendên xwe yên nêz mîna Çîn û Hîndistanê nekarî piştgiriyê werbigire. Tê payin ku Serokê DYA’yê û Serokkomarê Çînê vê Înê li ser rewşa li Ukraynayê hevdîtinekê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar