Navenda Nûçeyan |
Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtiyê siyasî yê kurd Adil Mukrem ku xelkê Urmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê ye, ji duh ve wek nerazîbûnek li dijî bêçarenûsiya doza xwe, devê xwe girêda û dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Adil Mukrem piştî sê mehan li Tirkiyeyê dimîne û daxwaza mafê penaberiyê ji Tirkiyeyê dike, di mijdara 2019’an de ji aliyê polîsên tirk ve tê girtin û piştre radestî rejima Îranê tê kirin. Piştî 20 rojan di Girtîgeha Îtlaeta Xoy de tê girtin, piştre jî ji bo girtîgeha Urmiyeyê tê veguhestin.