Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Wan û Mêrdînê Nobeda Demokrasiyê

Li Wan û Mêrdînê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman, di roja 41’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku zîhniyeta AKP-MHP’ê jî dê mîna yên salên 90’î biçe sergoya dîrokê. Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê Kadîr Ozturk jî got ku ger bi hev re li ber xwe bidin dê biserkevin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca şermezarkirina biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û şaredariyên Pasûr a Amedê û Qereyazi ya Erziromê, di roja 41’emîn de jî bi tevlêbûna gelek kesan li Wan û Mêrdînê çalakiya Nobeda Demokrasiyê li dar xist.

Li Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê bi tevlêbûna parlamenter û endamên HDP’ê li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin. Di çalakakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik axivî û gotinên tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê yên beriya hilbijartinan bi bîr xist. Işik da zanîn ku êdî tiştekî ku AKP bide gel nemaye û ji ber vê yekê jî qeyûm tayîn kirine.

‘AKP jî dê biçe ser sergoya dîrokê’

Işik got ku ev 2 sal in bajarên kurdan bi qeyûman têne birevebirin û wiha dom kir: “Gelê kurd û derdorên demokrat ên Tirkiyeyê bi tu awayî tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Ev biryar, darbeya li dijî vîna gel e. Divê hemû derdor bertek nîşanî tayînkirina qeyûman bidin. Dê AKP jî weke zîhniyetên sal in 1990’î biçe ser sergoya dîrokê.” Nobet, bi gotina helbest û stranan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Çalakiya li Mêrdînê

Li Mêrdînê jî bi heman boneyê di roja 41’emîn de bi tevlêbûna parlamenter û rêveberên HDP’ê û welatiyan, li Qada Azadiyê ya Qoserê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê jî hatin cihê çalakiyê û piştevanî da HDP’iyan. Hêzên kedê xwestin bimeşin lê polîsan astengî derxistin. Li ser bertekan jî polîs paşve vekişiyan û kom meşiya.

‘Stran gotin qedexe ye’

Welatiyan li qada çalakiyê stran gotin. Polîsan jî bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê, gotin ku dê nehêlin tu kes stranan bibêje. Li ser vê yekê jî çalakvaneka jin bertek nîşan da û got ku dê tu kes nekare pêşî li wan bigire ku stranên xwe bibêjin. Çalakî bi lêdana çepikan û çalakiya rûniştinê dom kir.

‘Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar’

Di çalakiyê de berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê Kadîr Ozturk daxuyanî da û bi lêv kir ku ew bi dil û can berxwedana gelê Mêrdînê destek dikin û silav dikin. Ozturk anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê hiqûq û demokrasî binpê kiriye. Ozturk wiha domand: “AKP-MHP êrîşî muxalîfan dike. Divê em jî bi gelê kurd re têbikoşin. Heke em bi hev re li ber xwe bidin û têbikoşin em ê wê demê bi ser bikevin.”

Parlamanterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr jî axivî û pêkanînên qeyûman ên beriya niha bi bîr xist. Aydemîr wiha derbirî: “Qeyûm desteserkirin û talangerî ye. Em ê vê desteserkirina vîna gelê xwe qebûl nekin. Heta ku em biser dikevin dê têbikoşin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. WAN-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar