Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Wanê 2 keya ji peywirê hatin girtin

Wezîr keyayê taxa Suphanê Ayhan Komî û keyayê taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr cara duyemîn ji pêwirê girtin.

Wezareta Karên Hundir di 15’ê Cotmehê 2018’an de keyayê taxa Suphanê Ayhan Komî û keyayê taxa Şabaniyeyê Çetîn Bîlîr ên girêdayî navçeya Artemêtan a Wanê ji peywirê girtibûn û qeyûm tayinê şûna wan de kiribû. Her du keyayên ku ji pêwirê hatibûn girtin di hilbijartina 31’ê Adarê de bi ferqeke mezin careke din hatibûn hilbijartin. Qaymeqamê Artemêtanê Atif Çîçeklî ji bo ku Komî û Bîlîr careke din ji peywirê bên girtin serî li Wezareta Karên Hundir da. Hat ragihandin ku li ser vê serlêdanê Wezareta Karên Hundir Komî û Bîlîr careke din ji peywirê girtine. Biryara ji pêwirê girtinê ji keyayan re tenê bi awayekî devkî hatiye ragihandin.

Di Hilbijartina 31’ê Adarê de Komî û Bîlîr li hemberî hevrikên xwe bi ferqeke mezin hatibûn hilbijartin. Komî li taxa xwe Suphanê 4 hezar û 300 deng, Bîlîr jî li taxa xwe Şabaniyeyê 6 hezar deng girtibû.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku hefteyên borî Qaymeqamê navçeya Licê ya Amedê jî bi heman daxwazî serî li Wezareta Karên Hundir dabû li ser vê serlêdanê Wezareta Karên Hundir keyayên 10 taxan bi hinceta ku derbarê wan de dozên ku hatine vekirin hene ji peywirê girtibû û qeyûm tayînî şûna wan kiribû. WAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar