Li Wanê ji 20 ciwanên hatibûn binçavkirin 5 ji wan hatin girtin
Li Wanê di 26’ê mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û 20 ciwan binçav kiribûn. Ciwan bi îdiayên ‘Propaganda rêxistinê kirine’ û ‘Endamên rêxistinê ne’ ku hatibûn binçavkirin duh êvarê ji bo îfadeyên wan bên girtin ji emniyeta Wanê birin Dadgeha Wanê.
Dozgeriyê îfadeyê wan girt û 15 ciwan bi şertê kontrola edlî berda û 5 ciwan jî bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir. Heyeta dadgehê bi îdiaya ‘Propaganda rêxistinê kirine’ û ‘Endamên rêxistinê ne’ ji bo Îzzet Işik, Nîhat Işik, Hazar Dayan, Harun Boga û Ferhat Arslanboga biryara girtinê da.
5 ciwanên hatin tewqîfkirin şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. WAN