Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Wanê koma nû çalakî dewr girt

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe hat destpêkirin didome. Koma duyem çalakî dewr girt

Li Wanê ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkirin û 158 roj in didome, çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku 3 roj berê dest pê kiribû, piştî koma ewil niha ji aliyê koma duyem ve dewr hat girtin. Beriya koma duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Îpekyolûyê hat dayîn. Ji koma ewil Edîbe Babûr li ser navê komê axivî û got ku wan çalakiya xwe dewrî koma duyem kiriye.

Piştre li ser navê koma duyem ku ji 10 kesan pêk tê Ferdî Sertkal axivî. Sertkal bi bîr xist ku çalakiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, a girtiyan û ya li Ewropayê di asta krîtîk de ye. Sertkal diyar kir ku di warê wijdanî de nikaribûne bêdeng bimînin û loma ketine greva birçîbûnê û wiha got: “Tecrîd, sûc e. Li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd tenê ne li Îmraliyê li ser hemû gelên cîhanê û gelên bindest pêk tê. Em ê li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemînin.”

‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye’

Sertkal bilêv kir ku niha nêzî 7 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne û heta niha ji bo dengê xwe ragihînin raya giştî ya cîhanê 8 kesan dawî li jiyana xwe aniye. Sertkal ev tişt anî ziman: “Em naxwazin êdî mirov jiyana xwe ji dest bidin, em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Li ser vî esasî em çalakiya greva birçîbûnê ji koma duyem dewr digirin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê kurd û gelên bindest e. Bijî Berxwedana Leylayê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar