Li navçeya Artemêtanê ya Wanê bi dehan kesan ji bo protestokirina tecrîdê û piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê rê ji trafîkê re girtin
Li navçeya Artemêtanê ya Wanê nêzî sed kesan li Rêya Îpekyolû bi wêneyên Leyla Guven rê ji trafîkê girtin û bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Leylayê’ meşiyan.
Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan, rêxistinên navçeyên HDP’ê, hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatin peywirdarkirin, namzetên hevşaredariyan û gel tev li çalakiyê bûn.
Çalakgeran piştî pêkanîna çalakiyên xwe rê ji trafikê re vekirin û bi berzkirina dirûşmeyan belav bûn. WAN