Li Wana ku li herêma Serhedê bû navenda pîrozbahiyên Newrozê, qad bi piranî tejî bû. Bi hezaran kesan danê sibehê ber bi Parka Newrozê ya li quntara Keleha Wanê ve herikîn. Bi hezaran kesên tevî barîna baranê ji gund û navçeyan hatin bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi qadê ve meşiyan. Li dora qada Newrozê standê xwarin û vexwarinê hatin avakirin. Welatî ji ber barîna baranê ya demekî dirêj xwe stareyî kamelyayan kirin. Li gel piştî demekê hewa vebû, qadê dest bi tejîkirinê kir.
Ciwan bi pankarta “Ciwan ber bi rojê ve dimeşin” ketin qadê û qûle ava kirin. Li qada ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Partiya Çep a Keskan û pankartên HDP’ê lê hatin vekirin, coşeke mezin heye. Ketina qadê ya bi deh hezaran didome.
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir.