Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwara re (TUHAY-DER) a Wanê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah, li eywaneke dawetan bi dirûşma “Berxwedan dê bi xwe re tecrîdê têk bibe û azadiyê bîne” panelek hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Heval Dilbahar kir û li gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, her wiha gelek kesên din tev li bûn.
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk di panelê de wiha got: “Bi Girava Îmraliyê re tecrîd kete nava jiyana me. Tecrîda li Îmraliyê, pergala îşkenceyê ye. CPT jî sepanên li Îmraliyê weke îşkence dinirxîne. Êdî van sepanan sînorê îşkenceyê jî derbas kirin. Tecrîd bi tena serê xwe bi têrî vegotina rewşa li Îmraliyê nake. Ji ber ku pergala li vir li tu deverên cîhanê nîne. Li tu deverekê cîhanê rewşeke qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatan re nabe.”
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku Rêberê PKK’ê ev demekî dirêj e bi tena serê xwe tê ragirtin û wiha pê de çû: “3 kes şandin cem birêz Ocalan. Ev bû demekî dirêj em derheqê rewşa wan de tu agahiyan nagirin. Herî dawî di 25’ê adarê de li ser telefonê axaftin pê re hate kirin. Piştî wê rojê me tu agahî ji miwekîlê xwe negirtine. Di destê me de niha tenê agahiyên CPT’yê parve kirin hene. Rewşa birêz Ocalan dişibe ya Mandela. Dema parêzerê Mandela hatî Tirkiyeyê, me pê re hevdîtin kir. Ji me re got; ‘li ser Mandela îzolasyonek hebû lê tu caran hevdîtina bi parêzeran re nehatin astengkirin. Lê belê birêz Ocalan bi meha ye nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji sala 1999’an heta niha birêz Ocalan li derveyî hemû sererastkirinan hate hiştin. Sererastkirinên piştre hatin kirin jî ji bo Ocalan û girtiyên din ên siyasî neketin meriyetê.”
Dixwazin bi polîtîkaya tecrîdê re rê li ber siyaseta Rêya 3’yemîn bigirin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî têkildarî aliyê siyasî yê tecrîdê de axivî û wiha got: “Ji roja birêz Ocalan hatiye girtin heta niha tecrîd her tim di rojeva me de ye. Tiştên li Îmraliyê tên jiyîn, li tevahiya Tirkiyeyê belav dibin. Bi girtina Abdullah Ocalan re xwestin gelê kurd jî bigirin. Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re şerê li Rojhilata Navîn êdî bomdar bû. Dixwazin bi polîtîkaya tecrîdê re rê li ber siyaseta Rêya 3’yemîn bigirin. Sedema êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê ev e. Dewlet hewl dide bi polîtîkaya zextê ya domdar re tecrîdê bide jibîrkirin. Di hevdîtinên bi gel re yên piştî hilbijartinê de ev rexne hat kirin; ‘ji gel dûr ketin. Paradîgma esas nehat girtin.’ Di esasê xwe de dûrketina saziyan a ji gel jî mirov dikare weke bandoreke polîtîkaya tecrîdê binirxîne.”
‘Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin’
Aslan, diyar kir ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: “Di şexsê birêz Ocalan de azadiya gelê kurd hatiye girtin. Tevahiya Kurdistanê veguherî şerê sêyemîn ê cîhanê. Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê dinya bû du beş lê êdî dinya guherî û tenê du alî hene. Di şexsê birêz Ocalan de rêyeke sêyemîn derket holê. Birêz Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk vegot. Her du aliyan jî ev paradîgma ji bo xwe talûke dîtin. Fikrên birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû gelên cîhanê girîng in. Dewletên cîhanê digotin qey heke pêşengê vê paradîgmayê nebe dê ev paradîgma tune bibe lewma li hemberî tecrîdê bêdeng man. Dixwazin birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Di bingeha pirsgirêkên li Kurdistanê rû didin de tecrîd heye.”
Moderator Heval Dilbihar jî wiha got: “Rewşa birêz Abdullah Ocalan rewşeke gerdûnî ye ji ber ku fikrên wî ji bo hemû cîhanê girîng in. Fikrên Ocalan ne tenê mirovan lê hemû gerdûnê diparêzin. Ji Çînê heta Misrê, ji Efxanistanê heta Japonyayê, li hemû deverên cîhanê ji xwe re cih dît.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.