Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li warê berxwedanê govenda serkeftinê

Bi sedan welatiyên Kobanê bi boneya bidawîkirina serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê, daketin qadan. Kobanêyî bi keyfxweşiyeke mezin xelekên govendê gerandin û lîstin

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku mizgîniya bidawîkirina serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê da, li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê rê li ber keyfxweşiyeke mezin vekir. Bi hezaran welatî li seranserî Rojava û bakurê Sûriyeyê daketin qadan û şahiyên pîrozbahiyê li dar xistin.

Yek ji bajarên ku herî zêde coşa serkeftinê lê dihat hîskirin jî Kobanê bû. Kobanêyiyên ku derbê mirinê ya destpêkê li çeteyên DAIŞ’ê xistin û pêvajoya bidawîkirina wê daye destpêkirin, bi coş û keyfxweşiyeke mezin daketin kolanan û bi serfirazî serkeftina HSD’ê pîroz kirin.

Kobanêyiyan xelekên govendê gerandin û bê navber dirûşm berz kirin. Kobanêyî piştre jî li gel şervanên HSD, YPG û YPJ’ê li Goristana Şehîd Dicle kom bûn û bi wesayîtan di nava bajar de geriyan û bê navber dirûşmên silavkirina HSD’ê berz kirin. Piştî gera erebeyan, gel li Çerxerêya Jina Azad kom bû û li ber stranên şoreşgerî xelekên govendan gerandin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar