Navenda Nûçeyan
Duh jî jinek ciwan li wargehek penaberan a Dihokê dawî li jiyana xwe anî bû.
Duh êvarî li kampa Şarya a penaberan ya li Dihokê, jinek ciwan ya xelkê bajarokê Til Ezêr a bi navê Ehlam Xêro (15) dawî li jiyana xwe anî. Heya niha sedema xwekuştina jina ciwan nayê zanîn.
Hêjayî gotinê ye duh jî jina ciwan ya bi navê Esmehan (20) di wargeha penaberan ya Îsyan a Dihokê de dawî li jiyana xwe anîbû.
Heya niha nayê zanîn ku sedema xwekuştina bi guman ya jinên ciwan yên Êzidî çiye, ti rayedarek yan jî aliyek siyasî derbarê mirinên bi guman yên jinên ciwan de daxuyaniyek nedane. Heya niha ti lêkolînek nehatiye destpêkirin, ger lêkolîn hatibe kirin jî encama wê nehatiye parvekirin.