Polîs û leşkeran li navend û gundên Wêranşar a Rihayê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de tevî endamên meclisa şaredariyê yên HDP’ê, 8 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî gelê kurd berdewam in. Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta tirk li navçeya Wêranşar a Rihayê di danê sibehê de li ser gelek malan de girt.
Hat zanîn ku li gundên çoltarên Wêranşarê jî leşkeran bi ser gelek malan de girt. Polîs û leşkeran malên welatiyan serûbin kirin. Di encama serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, endamên Meclisa Şaredariya Wêranşarê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Celîl Çelebî û Ramazan Dîrîl ku di 31’ê adarê de hatibûn hilbijartin jî di nava kesên hatine binçavkirin de ne. Kesên hatine biçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. RIHA