Li Wêranşarê avahiyek ji ber sedemên ku nehat zanîn, hilweşiya. Di encama hilweşîna avahî de mamosteyê bi navê Aslan Durman jiyana xwe ji dest da
Li Taxa Goktepe ya navçeya Wêranşar a Rihayê avahiyekî du qatî ji ber sedemeke nediyar hilweşiya. Hat zanîn ku di encama hilweşîna avahî de mamosteyê bi navê Aslan Durman ê 40 salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha bavê Aslan, Mehmet Durman û kesê bi navê Ahmet Sert jî birîndar bûn.
Piştî ku avahî hilweşiyayî, yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.Hat zanîn ku Aslan Durman yek ji mamosteyên ku bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatibû îxrackirin e. RIHA