Amargî Arhat Ba |
Li dijî operasyona dagirker a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê berxwedana Gerîlayên Azadiyê çar meh li pey xwe hişt. Di meha pêncan a berxwedanê de, yek ji wan eniyan ku şerê giran lê bûyî û bi vîneke rajorî ya mirovî lehengiyên mezin lê hatin nîşandan Eyaleta Avaşînê bû. Artêşa tirk a dagirker bi rengekî berfireh û bi armanca ku bi temamî dagir bike bi ser Avaşînê de dihat. Piştî şerê li Mamreşo, Mervanos, Aris Faris, Dola Maran û Dola Konferansê di 7’ê hezîranê de leşkerên tirk berê xwe dana qada Werxelê, li vir ji bo ku tevgereke berfireh a dagirker bike, kêferat kir. Belê, ev hewldanên dewleta tirk bi van ‘helkeftan’ sînordar ma. Ji 7’ê hezîranê û wir ve ango ev bi qasî sê meh in, li tevahiya eraziya qada Werxelê û li quntarên girê Werxelê, li tûnelên şer gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedaniyeke mezin a dîrokî dikin.
Artêşa tirk bi êrîşa li ser qada Werxelê tevgera dagirker ku dayî destpêkirin xwest berfireh bike. Ji ber ku Werxelê, yek ji cihê sînor ê Eyaleta Avaşînê ye û her wiha deriyekî wiha ye ku li qadên din ên gerîla vedibe. Heke li vir armancên xwe pêk bînin ev tê wê maneya ku tevgera dagirker dê li qadên din jî were berbelavkirin.
Ji ber hindê, ji 7’ê hezîranê û wir ve li tûnelên şer ên vê qadê û li vê eraziyê gerîla weke ku kelehek be bervaniyê li Werxelê dikin. 7’ê hezîrana 2021’an helîkoptêrên êrîşê, helîkoptêrên şer tûnelên şer ê li qada Werxelê dane ber bombeyan, saetan li derdora 18:40’î bû. Êrîşa helîkoptêran a li ser van tûnelan dihate maneya ku operasyon wê bihata destpêkirin .Ango bi gotina gerîla, lêdana êrîşê zirneya daholê bû.
Agahiya qiyametê dide ku piştre wê rabûya. Artêşa tirk wê şevê, ji sibehê heta ku tarî kete erdê bi hemû balafirên şer, keşfê, helîkoptêrên êrîşê, Skorskyiyan û çi amûrên hewayî hebin kire qîr û qiyamet. Gerîlayên li qadê jî berevajî leşkerên tirk, bi xwînsarî, bi rengekî jixwebawer, li kozikên xwe bi cih bûn û derb li wan leşkeran dan ku piştî helkefta pêşî ya êrîşê xwestin ku qadê dagir bikin.
Ji 7’ê hezîranê û wir ve, ji derba pêşî heta niha berxwedana li Werxelê her ku çû geştir bû. Piştî hewldana dagirkeriya Werxelê şerê li Avaşînê bû xwedî rengekî din, pozisyona gerîla guherî. Gerîlayên ku ji serî de qadên xwe diparastin, ji pozîsyona parastinê ketin pozîsyona êrîşê û gelek caran li kozikên leşkeran dan. Vê carê yên ku operasyon kirî ne leşkerên tirk gerîla bûn. Nexasim piştî çalakiyên ketina navê yên 18’ê tîrmehê û 2’yê tebaxê, hema peyre 12’ê tebaxê li ji tûnelên şer ên li quntarên Werxelê li dijmi dan û ji wir 200 kîlo teqemenî bi dest xistin. Gerîla bûne şahid ku leşker û fermandar bi tundî nîqaş dikirin û bi hev diketin. Ji ber vê, her çendî artêşa tirk li têkçûna xwe mikur neyê jî, bi ketina qada Werxelê şaşiya xwe ya herî mezin kir. Weke ku şerên asê yên Zagrosan û germahiya 45 pîleyî ne bes be, fermanên fermandarên tirk, leşkerên tirk şepirze kiribûn û nema dikarîbûn tûrên xwe hilgirin. Şivereyên li qada Werxelê ku leşker tê re diçûn niha tije tûrên leşkeran û malzemeyên jiyanî ne. Ez dibêm qey ne hewceye ku mirov behsa performansa şer a wan leşkeran bike ku nema dikarîbûn çekên xwe jî hilgirin. 2’yê tebaxê di çalakiya ketinnavê de leşkerên ku bûbûn hedef bi deqeyan dikirin qîrîn û digotin, ‘çeka min li ku ye, cebilxaneya min li ku ye?’ lê gerîla di çalakiyê de ku 3 deqeyan dom kiribû, 8 leşker kuştibûn û vekişiyabûn. Piştî van geşedanên li qadê leşkerên tirk giranî da ser gotina ‘werin teslîm bibin’ ku weke firoşkarên seyar radihiştin hoparloran hema wiha digotin. Nexasim piştî çalakiyên dawî artêşa tirk her roj bi van hoparloran dibêje, ‘werin em ê avê bidin we, zad bidin we, dewlet wê bi xweşî li we guhdar be’, dest bi kelevaniyên wiha kirin û hewldana ku qelsiyê bibînin li nav gerîla bû mijara pêkenokê.
Gerîla haziriyên ku bi salan li van tûmelan şer bikin, kiribû û tişta ku herî dawî wê teslîmî wê bibûna, tişta ku leşker pir qîmet didanê av û zad bû. Artêşa tirk ku wisa difikirî dê bi avê û zad gerîlayên sedsala 21’an bixapîne, qey hişê xwe avêtiye. Gerîla di rojnivîskên xwe de wiha behsa rewşê dikin: “Weke Fermandar Atakan Mahîr gotî; em gerîlayên serdama fezayê ne, ji bo tiştên wiha basît tu caran em li ber dijmin xwe natewînin!”
Artêşa tirk çawa ku piştî berxwedana Garê bêgav mabû ku li têkçûna xwe mikur were, teqez e ku wê li têkçûna xwe ya Werxelê jî mikur were. Li vir bi dehan leşkerên tirk hatin kuştin, kûnyeyên wan ku jê re namûs dibêjin, malzemeyên wan ên jiyanî ketin dest. Gerîlayan li vir teqemenî ji ser wan rakirin û bi cebilxaneya wan bi dehan caran li wan dan.
Piştî çalakiyên li eraziyê çekên xwe berdan û reviyan. Li tûnelên şer ev sê meh in her çendî bênavber gaza kimyewî bi kar bînin jî nekarîn yek gerîlayê wir jî îmha bikin û ne jî gerîlayek dîtin ku teslîmî wan bibin. Ya herî girîng jî hatibûn Werxelê ku qadê dorpêç bikin lê gerîlayan ew dorpêç kirin. Ev 3 meh in artêşa tirk ne dikare bi pêş ve biçe ne jî bi paş ve. Gerîlar biryardar in ku leşkerên tirk nikaribin paş ve jî vekişin.
Ev ne tenê têkçûna artêşa tirk a li qada Werxelê ye. Wêneyê têkçûna artêşa tirk ku pesnê xwe dide nizanim artêşa herî mezin a cîhanê ye. Ji ber vê, artêşa tirk mecbûr e ku têkçûna xwe ya li vir bibêje. An jî bila ew rastiya şer û têkçûna xwe veşêrin, di meha pêncan de serfirazî ya gerîlayên Apoyî ye… Çavkanî: ANF / BEHDÎNAN