Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Li Werxelê li dijî dagirkeriyê berxwedan didome

Li gel êrîşên bi çekên kimyewî yên artêşa tirk jî li Werxelê berxwedana gerîlayan didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî berxwedana gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

1’ê cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi balafirên şer û çekên giran hatiye bombekirin. Di navbera dagirkeran de ku piştî bombebaranê xwestin ku bi pêş ve biçin û Berxwedêrên Werxelê de şer derketiye. Berxwedêrên me yên Werxelê li gel êrîşên dagirkeran ên bi hemû teknîkê bi vîneke milîtaniya Apoyî berxwedaneke dîrokî kirine, nehiştine ku dagirker bi pêş ve biçin. Artêşa TC’ê ya dagirker êvarkî bi teqemeniyên kîmyewî dîsa Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kirine.

2’yê cotmehê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çekên giran bombe kirine.

30’ê îlonê saet di navbera 21:10-23:00’an de li ser xeta Qaşûra a herêma Metînayê tevgera helîkoptêran çêbûye. Derdora gudnên Kêste, Dêşîşê, Seararû, Êdinê, Bênavê, Hirorê yên bi ser nehyeyaya Kanî Masî ya navçeya Amediyê û qada Koordîna bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin. Eynî rojê saet di navbeyna 15:30-18:00’an de, derdora gundê Kêste bi obûs û hawanên qereqolên ser xetê hatiye bombekirin.

30’ê îlonê saet 11:50’î qada Kayfa a herêma Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

30’ê îlonê û 1’ê cotmehê, bi şev li qadên Girê Sor, Girê Silêman, Girê Spî, Mervanos û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran çêbûye.

1’ê cotmehê saet 08:20’an qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata ku derketî didome.

1’ê cotmehê saet di navbera 20:20-21:00’an de qada Tolhildanê ya Girê Şehîd a herêma Avaşînê bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

1’ê cotmehê saet di navbera 22:00-22:30’an de gundê Yekmalê yê bi ser navçeya Amediyê ya Duhokê ve û li herêma Bergarê ye bi balafirên şer hatiye bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar