Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li Xakurk û Dêrsimê çalakiyên gerîlayan

HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li Xakûrkê yek, li Dêrsimê jî 8 leşker û 2 endamên MÎT’ê hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û kitekitên çalakiyên li Dêrsim û Xakurkê aşkere kir. HPG’ê destnîşan kir ku li Xakurkê li dijî leşkerên ku li dora Gundê Mislokê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Li Dêrsimê jî çalakî hatiye lidarxistin, 8 leşker û 2 endamên MÎT’ê hatin kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hat diyarkirin: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de rêzeçalakî lidarxistin. Di vê çarçoveyê de; Di 3’yê tebaxê saet 07.30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku dixwestin li derdora gundê Mîslokê bicih bibin çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, leşkerek hat kuştin û 3 leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir û li derdora gundê Mîslokê jî paşve vekişiyan. Di heman rojê saet 09:00’an de hêzên me li dijî leşkerên ku dixwestin li Girê Şehîd Sarya bi cih bibin çalakiyeke sûîkastê lidarxist. Di çalakiyê de yekîneyeke dijmin hate hedef kirin, 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên hawanan herêm bê seruber topbaran kir. Di 4’ê tebaxê (îro) saet 10.10’an de hêzên me yekîneyeke operasyonê li tengava Ermûşê kir hedef. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin yên di vê çalakiyê de nehate testpîtkirin.”

Li Dêrsimê 8 leşker û 2 endamên MÎT’ê hatin kuştin

HPG’ê bi berdewamî li ser çalakiya gerîlayan a li Dêrsimê ev agahî parve kir: “Di 2’yê tebaxê saet 09.20’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî konvoyekî artêşa TC’ê ya dagirker ku sewqiyat ji bo qereqola Amûtka ya navçeya Xozat a Dêrsimê dikir çalakiyekî sabotajê lidarxist. Di konvoyê de wesayîteke zirxî ya tîpa kirpî û wesayîteke ku endamên MÎT’ê tê de bûn rûxandin, qasî hate tespîtkirin 8 leşker û 2 endamên MÎT’ê hatine kuştin û 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopteran bêseruber herêm bombe kir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Li Geverê 6 gerîla şehîd bûn

HPG’ê derbarê gerîlyên li Geverê Şehîd bûne jî ev agahî parvekir: “Di 24’ê tîrmehê de artêşa TC’ê ya dagirker bi pêşengiya kontrayê bi navê Serdar Şahîn li herêma Geliyê Êlê yê navçeya Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Heman rojê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şer derket. Di vî şerî de 3 hevreyên me li dijî dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di 25’ê tîrmehê saetên sibê de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombebaran kir. Di vê bombeberanê de 3 hevreyên me şehîd bûn.”

Li Dêrsimê operasyon

Artêşa tirk a dagirker di meha Hezîranê de li Dêrsimê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Ev operasyone bi qasî mehekê domiyaye. Kitekiyên vê operasyonê wisa ye: Di 11’ê hezîranê de li nêzî gundê Hirsizpinarê hêzên me yekîneyeke artêşa tirk a dagirker xistiye bin kontrola xwe. Hêzên me di heman rojê saet di 20.30’an de li van leşkeran dane. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Lê tê diyarkirin ku hejmara leşkerên mirî û birîndar zêdetir in. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî gihiştine baregehên xwe. Di 19’ê hezîranê de balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker derdora gundê Rabatê bomberdûman kiriye. Piştî bomberdûmanê di navbera hêzên me û artêşa tirk a dagirker şer çêbûye. Di van şeran de hevalekî me şehîd bûye û hevalekî me yê ku birîndar bûye, ji bo ku bi birîndarî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye. Kesê bi navê Destan jî radestî yekîneyên dijmin bûye. Di 23’ê hezîranê de jî li nêzî gundê Zamekê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer çêbûye. Di van şeran de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Artêşa tirk a dagirker a ku ji bejahiyê nekarî biçe ser hêzên me bi helîkopteran qad bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de 4 hevalên me şehîd bûne û kesê bi navê Sason jî radestî yekîneyên dijmin bûye. Di operasyonên meha Hezîranê de, li hin deran leşkeran xwe bi paş ve vekişandine û lê li qadê yekîneyên veşartî hene. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re were aşkerekirin. Di 18’ê Tîrmehê de li qada gundê Şakakê ya Dêrsimê artêşa tirk a dagirker operasyonek daye destpêkirin. Di vê operasyonê de balefirên artêşa tirk a dagirker qad bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûne. Di heman rojê de operasyon ji qadê hatiye vekişandin.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê destnîşan kir ku balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk aniye û ev agahî ragihand: “Di 2’yê tebaxê de saet di navbera 20.00 û 20.30’an de balefirên şer derdora gundê Rosê yê Heftanînê bomberdûman kiriye. Di heman rojê de saet di 22.30’an de qada Şehîd Kendal a di navbera Qilebana Şirnexê û Herêma Heftanînê hatiye bomberdûmankirin. Di 3’ê Tebaxê saet di 23.00’an de balefiran şer ên artêşa tirk a dagirker derdora gundê Yekmalê yê Garê bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmana van deran xisareke maddî li bax û baxçeyên gelê herêmê pêk hatiye.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar