Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Xakûrkê 3 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Xakûrkê li artêşa tirk xistiye. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. HPG’ê da zanîn ku li Dêrsimê jî 5 gerîla şehîd bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan li Xakûrkê derb li artêşa tirk daye.

HPG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 11’ê hezîranê saet di 15.30’an de li Girê Şehîd Derwêş a li herêma Xakûrkê çalakî pêk anîne û wiha domand: “D vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistin. Hêzên me di heman rojê saet di 04.00’an de li dijî qereqola Tepê Ortê ya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên di hewşa qereqolê de dan. Hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker saet di 09.30’an de Qada Dola Qominîsta bombebaran kir. Di êrîşê de tiştek bi hêzên me nebû.”

Li Dêrsimê 5 gerîla şehîd bûn

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku di 9’ê gulanê de artêşa tirk li qada Şehîd Cafer, Şehîd Welat û Çiyayê Sûsûzê ya Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin û ev agahî dan: “Di vê çalakiyê de kesê bi navê Şêxo Amed (Şeyhmûs Ozdemîr) piştî ku dîl ketiye destê dijmin, bûye kontra. Li gorî agahiyên vî kesî, artêşa tirk operasyona xwe li qadên Mêrga Çepera û Mêrganê domandiye. Operasyon biqasî mehekî domiya. Di 8’ê hezîranê de jî di navbera hêzên me û artêşa tirk a dagirker de şer derket. Artêşa tirk qad bombebaran kir. Hêzên me di van şeran de li ber xwe da. Di vî şerî de rêhevalên me Dîcle, Berfîn, Nûda, Havîn, Kînem piştî şerekî qehremanî şehîd bûn. Em ê nasnameya rêhevalên xwe yên şehîd piştre ji raya giştî re aşkera bikin. Di 9’ê hezîranê de artêşa tirk a dagirker li qadên Tavneş û Hingirva yên Dêrsimê operasyonek dane destpêkirin. Operasyon di heman rojê de vekişiya.”

Xinêrê hate bombebarankirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker qada Xinêrê ya Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di 12’ê hezîranê saet di 20.00’an de û di 13’ê hezîranê saet di 07.0’an de bombebaran kir. Di êrîşê de tiştek bi hêzên me nebû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar