Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li Xakûrkê 5 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên li Xakûrkê li dar xistin de, 5 dagirker hatin kuştin û 2 çeper hatin îmhakirin. Her wiha di çalakiyê de gerîlayan dest danîn ser çekek BKC’’ê jî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Herêma Xakûrkê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê de;

Artêşa tirk a dagirker ev demeke li qada navbera Girên Şehîd Axîn û Şehîd Şahan ên herêma Xakûrkê de xebatên rêçêkirinê dikin. Komeke dagirekerên ji bo ewlehiya rê li girê Şehîd Axîn bi cih bûne, ji aliyê hêzên me ve hat kontrolkirin, 26’ê tîrmehê saet 17:30’î ji du baskan ve bi kordîneyî li wan dane. Di çalakiyê de 2 çeperên li gir hatin hedefkirin û îmahakirin, bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. Bi rêbaza nû ya demê ya gerîla re, di demek kin de serketinek mezin hat bidestxistin, hêzên me gir xistin di bin kontrola xwe de, çûne ser cenazeyên dagirkeran û li vir dest danîne ser çekek BKC’ê jî.

Piştî çalakiyê jî hêzên dagirker 27’ê tîrmehê li qadên Şehîd Axîn û Şehîd Şahan dest bi operasyonekê kirine. Heman rojê saet 12:20’î yekîneyek a artêşa TC’ê li devera Şehîd Şahan ji aliyê hêzên me ve tê kontrolkirin, ji nêzîk ve li wan didin. Di vê çalakiya duyemîn a hêzên me li dar xistin de jî, bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran saet 14:30’î windahiyên xwe bi helîkopteran ji qadê rakirine.

Di encama van çalakiyên hêzên me yên serkeftî hatin pêkanî de, bi kêmanî 5 dagirker hati cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin, çekek BKC jî dest danîn ser.

Di dema çalakiyê de ku artêşa TC’ê derbekî giran xwar, hevrêyê me Çekdar Giravî bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Çekdar Giravî

Nav û Paşna: Sezer Emre

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayikê-Bav: Besna – Bişar

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakûrk/ 27’ê Tîrmeha 2021

Hevrêyê me Çekdar, li Colemêrgê di nava malbatek welatperêz û girêdayî nirxên Kurdistanê hatiye dinê. Hevrêyê me Çekdar ê di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiyê nas dike, ji nêzîk ve dibe şahidê siyaseta îmha û înkarê ya dewleta TC’ê, li ber êrîşên dagirkeriyê sala 2013’an tev li nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me ji roja yekem a tevlibûnê tim di rêzên pêş de cih girtiye, bi lez bûye fermandar, bi îdeolojiya Apoyî, xwe kûr kiriye, li her qada lê bûye mînakek a pratîkê. Hevrêyê me Çekdar ê li ber dijmin tu demê neket dudiliyê, bê fikar, di jiyan û şerê xwe de bûye xwedî seknekî fedayî. Hevrê Çekdar demek dirêj li gel fermandarê nemir şehîd Qasim Engîn maye, ji hevrê Qasim gelek agahiyên hêza û ji sekna wî gelek ezmûn girtiye. Piştî şehîdbûna hevrê Qasim û şûnde, hê zêdetir tev li têkoşînê bûye, ketiye nava tolstandina ji dijmin.

Hevrêyê me Çekdar ku xwedî taybetmendiyên gerîlayê pispor ê dema nû bû û di çalakiya xwe ya dawî de bi rengekî xurt pêkanî, bû mînaka şênber a ruhê Apoyî yê milîtan û encamgir. Rolê xwe yê fermandariya pêşeng a di çalakiya Xakûrkê de girtibû ser milê xwe heya kêliya dawî bi serketinek mezin pêk aniye û cihê xwe di nava fermandarên nemir ên Têkoşîna Azadiyê de girtiye.

Dagirkeran Herêma Parastinê yên Medyayê bombe kirin

Agahiyên têkildarê êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne wiha ne:

27’ê tîrmehê Girê Şehîd Şahan, Girê Şehîd Kamûran, berpalên Girê Şehîd Heqî û Dola Şehîd Şahan ên girêdayî herêma Xakûrkê  bi çekên giran hatine bombekirin.

27’ê tîrmehê li herêma Xakûrkê di navbera saet 17:00- 17:30’an de Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîdan ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

28’ê tîrmehê artêşa tirk a dagirker li herêmên Şehîd Şahan û Şehîd Axîn ên Xakûrkê dest bi opaerasyonek dagirkeriyê kir. Ev operasyon heya saetên êvarê dewam kir û bi rengekî bê encam paşve kişiyan.

28’ê tîrmehê saet 21:30’an artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan tunelên şer ên herêma Werxelê yên Avaşînê bombe kir.

28’ê tîrmehê di navbera saet 00:00- 01:30’an de li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê tevgera helîkopteran çêbûye. Hawîrdora gundên Derarê û Hirorê yên girêdayî herêma Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê û Girê Şehîd Çiya bi helîlopterên êrîşê hatine bombekirin.

Di bomberdimanên çêbûyî de tu tiştek bi hevrêyên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar