Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Xakûrkê û Colemêrgê 2 leşker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Xakûrkê û Colemêrgê li artêşa tirk xistiye. HPG’ê ragihand ku di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên di demên dawî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê destnîşan kir ku hêzên wan derbên giran li artêşa tirk xistine.

HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 16’ê hezîranê saet 13.40’an de li Girê Şehîd Bager ê li herêma Xakûrkê ,li dijî artêşa tirk çalakiya sabotajê pêk aniye. HPG’ê diyar kir ku di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Gerîla li Qereqola Deştanê xist

Di berdewamê de jî HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 15’ê hezîranê saet 01:30’an de li dijî Qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek pêk anî. HPG’ê da zanîn ku hêzên wan ji du baskan ve li çeper û kozikên artêşa tirk xistine û 2 çeper hatine rûxandin. HPG’ê ragihand ku bi qasî hatiye zelalkirin, leşkerek hatiye kuştin.

HPG’ê diyar kir ku di 12’ê hezîranê de li devera Şêxler a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera hêzên wan û artêşa tirk der şer derketiye û dê agahiyên têkildarî mijarê piştre parve bikin.

Şerê li Mehsertê

HPG’ê daxuyand ku di heman rojê de hêzên wan li geliyê gundê Kurike yê girêdayî navçeya Mehsert a Mêrdînê rastî artêşa tirk hatine û şer derketiye û ev agahî dan: “Piştî şerekî dem kurt, balafirên şer qad bombebaran kir. Di bombebaranê de tu windahiyên me çênebûn. Piştî bombebaranê şewat derket û hêzên dagirker rê nedan gel ku agir vemirînin. Her ku li ser operasyonê agahî bên girtin, dê bi raya giştî re bê parvekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar