Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Li Xakurkê û Metînayê 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê û Metînayê li dijî leşkerên tirk ên dagirker çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de bi qasî ku hat tespîtkirin 2 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahiyan parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

28’ê tebaxê li qada Lêlîkanê, hêzên dagirker dagirker ên li ser Girê Şehîd Şervan ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Heman rojê saet di 21:30’î de ji cihekî nêz ve li dagirkeran hat xistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

29’ê tebaxê saet di 18:15’an de hêzên me bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Azad xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin, hat xistin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

29’ê tebaxê saet di navbera 12:30-04:00 de artêşa tirk a dagirker bi gazên jehr û teqemeniyan êrîş birin ser qada berxwedanê ya Werxelê. Piştî bombardûmanê, dagirkerên ku xwestin li qada berxwedanê ya Werxelê bi pêş ve biçin, bi destwerdana berxwedêran neçar man ku xwe vekişînin.

30’ê tebaxê saet di navbera 08:30-09:20’î de qada berxwedanê ya Werxelê bi gazên bi jehr hat bombekirin.

Li ser qada berxwedanê liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê dewam dike.

Yên li Şirnexê pereyan kom dikin eleqeya xwe bi tevgera me re nîne

Li herêma Şirnexê, şexsên bi navê Nizar û Çetîn bi navê tevgera me ji bo şantiyeyan destûra sexte didin xelkê me yê Botanê û bi rêya vê yekê pereyan kom dikin. Tu eleqeya van kesan bi tevgera me re nîne. Komkirina pereyan bi navê tevgera me ji xelkê me yê welatparêz sûc e. Xelkê me yê welatparêz ê Botanê divê guh nede yên mîna van.

29’ê tebaxê saet di navbera 23:30-01:30’î de li herêma Avaşînê li qadên Girê Sor, Girê Spî, Girê Silêman, Mervanos, Tabûra Ereban helîkopter geriyan. Ji qereqolên li ser xeta sînor bi çekên giran bombe li qadên Girê Şehîd Dîren, Satê, Gundê Dê û Girê Şehîd Rizgar hatin bombekirin.

29’ê tebaxê saet di navbera 18:30-00:00 de li herêma Metînayê helîkopter li xeta Qaşûrayê geriyan. Heman rojê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdinê, Dêşîşê û Seraro, qadên Girê Koordîne û Kela Qûmriyê bi helîkopterên êrîşê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin.

29’ê tebaxê saet di navbera 23:30-01:00 de li herêma Zapê helîkopter li qada Tîpa T geriyan. Heman demê bi helîkopterên êrişê qad hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar