Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di pîrozbahiya 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û wiha got: “Hebûna gelê kurd li erdnîgariya Kurdistanê di vê rojê de dîsa aj da. Gelê kurd di vê rojê de dîsa hate dinyayê. Lewma ev roj, rojeke dîrokî û pîroz e.”

Bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED’ê (MED TUHAD-FED) û bi tevlibûna Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahî hat lidaraxistin.

Welatiyên ku dixwestin di saetên duh ên êvarê de beşdarî pîrozbahiyê bibin, tevî hemû astengiyan jî li çaviyên Xelfetî-Bêrecukê hatin ba hev. Komên ku li ser rêya Amarayê hatin ba hev, dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin û xelekên govendê gerandin. Hejmara welatiyan saet bi saet zêdetir bû. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenter jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyên ku ji çar hêlên welêt li ketina Xelfetiyê kom bûyîn, xwestin ber bi Amarayê ve bimeşin. Lê rêya girseyê ji hêla wesayîtên zirxî, TOMA û bi sedan polîsan ve hate girtin. Polîsan biryara qedexeyê ya walîtiyê weke hincet nîşan da û diyar kirin ku dê destûra meşê nedin. Girseyê jî bi dirûşma “Em ê dinyayeke bê Ocalan bi serê we de hilweşînin” bersiv dan polîsan.

Girseya ku bertek nîşanî astengiyan dan, li ketina gîşeyan pîrozbahî li dar xistin. Welatiyan stran gotin, dirûşm berz kirin, xelekên govendê gerandin û herî dawî jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk anî ziman ku 4’ê Nîsanê roja bûyîna kurdan e û wiha domand: “Rêber Ocalan di axaftineke xwe ya 2014’an de wiha dibêje; ‘Ev, ne rojbûna şexsekî lê rojbûna gelekî ye.’ Lewma jî gelê kurd rojbûna xwe pîroz dike. Me jî bi vê mebestê xwest biçin Amarayê. Lê belê hêzên ewlekariyê ji çar aliyan ve em dorpêç kirin. Em li vir dîsa dibêjin; gelê kurd di roja 4’ê Nîsanê de ji polîtîkaya koledarî, tepisandin û pişaftinê rizgar bû. Em jî bi vê wesîleyê 4’ê Nîsanê weke roja bûyîna gelê kurd qebûl dikin.”

 ‘Gelê kurd careke din aj da’

Bi domdarî Ozturk destnîşan kir ku di 4’ê Nîsanê de hebûna gelê kurd careke din li erdnîgariya Kurdistanê aj da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd di vê rojê de dîsa hate dinyayê. Lewma rojeke dîrokî û pîroz e. Em dixwazin li dijî van êrişan vê bibêjin; hûn jî koleyên zîhniyeta xwe ya yekperest in. Ji bo ku hûn jî ji wê zîhniyeta xwe rizgar bibin, birêz Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Îmraliyê bi fikr û sekna xwe li ber xwe dide. Hûn jê dê rojekê ji bo demokrasî û azadiyê 4’ê Nîsanê pîroz bikin. Bi hêviya ku em 4’ê Nîsanê di rojên azad de pîroz bikin.”

Piştî daxuyaniyê jî welatiyan govend gerand û pîrozbahî bi dirûşman bi dawî kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar